Dewleta Tirk li Cizîrê 1’ê Gulanê qedexe kir

Dewleta Tirk mîtînga 1’ê Gulanê ya li Cizîrê qedexe kir.

Platforma Şaxên Şirnexê yên KESK’ê xwestibû ku di 1’ê Gulanê de li Cizîrê mîtîngekê li dar bixe û serî li kaymakamtiya Cizîrê dabû.

KESK’ê pêşniyaz kiribû li cihên wekî Duryana Xaçerêkê, Kolana Hunerê û yan jî li kêleka Otogara Cizîrê mîtîngekekê li dar bixin. Kaymakamtiya Cizîrê ev her sê cih qebûl nekir û xwest mîtîng li Qada Newrozê ya derveyî bajêr were lidarxistin. KESK’ê ev pêşniyaz qebûl nekir û diyar kir ku wê li pêşiya avahiya Cizîrê ya KESK’ê daxuyaniyeke girseyî bidin.