Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bendên kontrolê ava kiriye!

Hat ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê li herêma PDK’ê dewleta Tirk tevgerên xwe yên leşkerî û îstîhbaratê zêde kiriye û li herêma Amêdiyê cihên kontrolê ava kiriye û li vê derê nasnameyan kontrol dike.

Hat îddîakirin ku dewleta Tirk li Amêdiyê, Berwarê Bala û Kanîmasiyê bendên kontrolkirina nasnameyan ava kiriye.

Alîkarê Berpirsê Duhokê yê YNK’ê Elî Mistefa ji malpera SNN’ê re axivî û ev îddîa piştrast kiriye ku li xeta Amêdiyê leşkerên Tirk tevgerên xwe zêdetir kirine.

Mistefa got ku li Amêdiyê leşkerên Tirk tevgerên xwe zêde kirine û got, “Hejmara leşker û îstîhbaratvanên Tirk ên tên Amêdiyê zêdetir bûye.”

Mistefa got ku, “Li Bamernê ji 50’î zêdetir tank û wesayîtên bi zirx ên dewleta Tirk hene. Bamernê ji bo takviyekirina leşkeran tê bikaranîn. Li Kanîmasiyê ji hezar û 500’î zêdetir leşkerên Tirk hene. Baregeha Kanîmasiyê jî ji bo belavkirina personelan a li baregehên leşkerî tê bikaranîn.”

Mistefa diyar kir ku leşkerên Tirk li herêma Amêdiyê û Berwarê Balayê cihên kontrolkirina nasnameyan ava kiriye û got, “Li vê derê nasnameya hemwelatiyan kontrol dikin. Li hin deran jî ji ber tirsa gerîllayên PKK’ê vê xebatê bi dizî dikin.”

Çavkaniyên herêmî jî diyar dikin ku di van rojên dawîn de li baregehên leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê tevgerên zêde hene.

Dewleta Tirk di sala 1992’an de di encama lihevkirina bi PDK’ê re li xeta Duhok, Zaxo û Hewlêrê kampên îstîhbaratê ava kiribû û di sala 1997’an de jî ev der kirin kampên leşkerî.

Li Bamernê, Şeladizê, Batûfa, Kanîmasî, Kîrîbî, Sînekê, Sîrî, Kubkê, Kumrî, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amêdiyê baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Li Duhok û Hewlêrê jî şaxên MÎT’ê hene.

Di heman demê de tê diyarkirin ku li nêzî Hewlêrê li herêma Harîrê balefirgeha leşkerî ya kevn jî bi nêta baregehê tê bikaranîn.