Dewleta Tirk li Bagokê dest bi êrişekê kir
Dewleta Tirk bi tevlêkirina bi sedan leşker û polîsên taybet li çoltera Çiyayê Bagokê dest bi êrişekê kir.
Dewleta Tirk bi tevlêkirina bi sedan leşker û polîsên taybet li çoltera Çiyayê Bagokê dest bi êrişekê kir.
Li çoltera Çiyayê Bagok ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê êrişeke leşkerî hat destpêkirin.
Di çarçoveya êrişê ku bi sedan leşker û polîsên taybet tevlê bibûn de li herêmê tevgera helîkopter û balafirên bê mirov çêbû.
Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku êrişeke berfireh e û dibêjin ku leşkerên Tirk li herêmê kamp avakirine.