'Dewleta Tirk komkujiya Helebçe didomîne'

Partî û saziyan kesên ku di komkujiya Helebçe de hatin qetilkirin bi bîr anîn, diyar kirin li gel qirkirinê jî gelê Kurd têkoşînê didomîne. Hate gotin îro dewleta Tirk qirkirinê didomîne.

Partî û sazî komkujiyên Helebçe û Beyazitê di salvegera komkujiyê de bi bîr anîn.

Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TTB) di daxuyanyê de got, ''Em kesên ku di Komkujiya Helebçe de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.''

TTB'ê got, ''Em Komkujiya Helebçe ku bi rengê rûpeleke şermê kete nav dîroka mirovahiyê û ku bû sedema mirina bi hezaran jin, zarokan û birîndarbûn, nexweşbûna bi deh hezaran mirov, di salvegera 34'an a komkujiyê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin.''

SYKP

Partiya Sosyalîst a Nûvesaz (SYKP) jî di daxuyaniyê de got, ''Ev êrîşa qirker ya ku Sedam Hisên bi hevkariya emperyalîstan p3ek aniye, nekariye ku gelê Kurd ji têkoşîna azadî û wekheviyê dûr bixe. Em kesên ku di komkujiya Beyazit û Helepçe de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bi bîr tînin.''

ÎHD

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) jî ji bo salvegera 34'an a Komkujiya Helebçe daxuyaniyeke niviskî da diyar kir, êrîş û hewldana qirkirina Kurdan didome, êrîşên DAÎŞ'ê, dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê bi bîr xist û got di van êrîşên dagirker ên Tirk de li gorî raporên saziyên navnetewî bi dehan sivîl jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran mirov bêgav mane ku şûnwarên xwe berdin.

ESP

Partiya Sosyalîst a Çewisandiyan (ESP) jî diyar kir duh Sedam li qesrên xwe plansaziya qirkirinê dikir, niha jî Erdogan li qesra xwe plansaziya qirkirinê dike û got,''Qirker û komu wê têk biçin, gelê me wê bi ser bikeve.''