Dewleta Tirk kesên derketina zozanan bombe dike

Dewleta Tirk kesên li herêma Bradostê derketine zozanan bombe kir. Her wiha gef li wan xwar ku eger ji zozanan neçin wê bi balafirên şer bombeyan li wan bibarînin.

Dewleta Tirk li herêma Bradostê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ku ji dawiya sala 2017'an ve dagir kiriye, bombeyan li mirovên li zozanane barand. Hate ragihandin ku li qada Şeyh Zade ya li Bradostê bi top, hawan û obusan bombe li 12 konên li herêmê barand. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, ji sibehê ve balafirên keşfê yên bêmirov li ser konên mirovên derketina zozanan digerin.

Tê gotin ku dewleta Tirk gef li mirovên li herêmê xwariye ku heta êvarê konê xwe ji herêmê nebin wê bi balafirên şer bombe bikin.