Dewleta Tirk hêza xwe ya leşkerî li Başûrê Kurdistanê zêde kir

Dewleta Tirk a dagirker, hêza xwe ya leşkerî ya li baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê rojên dawî zêdetir kir.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, rejîma Tirk hêzeke nû ya leşkerî li baregehên xwe yên li Başûrê Kurdistanê zêde kiriye.

Heman çavkaniyan diyar kirin, hejmara leşkerên li baregeh, kozik û çeperên li herêmê hatine zêdekirin.

Dewleta Tirk a dagirker di 15'ê Nîsanê de êrişa hewayî bir ser qada Zînî Wertê û kampa penaberan a Mexmûrê. Li Mexmûrê 3 jin şehîd bûn.

Li gel liv û tevgera leşkerî ya dewleta Tirk, balkêş e ku PDK jî hêzên xwe yên pêşmergeyan li Zînî Wertê bi cih dike.

Gundê Zînî Wertê yê li herêma Qendîlê yek ji qadên di bin kontrola YNK'ê de ye.

BAREGEH ZÊDE DIBIN, DAGIRKERÎ BERBELAV DIBE

Dewleta Tirk bi taybetî salên dawî giranî da ser polîtîkayên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê. Dagirkeriya Tirk hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê siyasî û aborî ve ji her demê bêhtir eşkere bû.

Ji salên 1990'î û vir ve li herêmê baregehên leşkerî yên Tirk hene. Di dema rejîma AKP'ê de hem hejmara baregehan zêde bû hem jî li qadeke berfirehtir belav bû.

Baregeha destpêkê di sala 1994'an de li Selahaddînê ava kirin ku bi 25 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye. Ji hingî ve herî kêm 15 baregehên leşkerî yên Tirk hatin avakirin. Tevî vê yekê Rêxistina Îstîxbarata Tirk (MÎT) ji her demê bêhtir li herêmê çalak bû û gelek binesaziyên xwe ava kir.

Ji sala 2018'an ve qadên nû dagir dike. Li herêma Bradostê zêdeyî 20 nuqteyên nû ji aliyê Tirkan ve hatine dagirkirin.