Dewleta Tirk dest datîne ser malên esnafan

Malên ku esnafên Erdîşê ji bo firotinê ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê anîn, bi hinceta "desteka ji bo PKK'ê" ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin desteserkirin.

Esnafên li navçeya Erdîşê ya Wanê, ji ber ambargoya aboriyê ya dewleta Tirk nema dikarin kar bikin. Malên esnafên Erdîşî ku ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê anîn û dixwestin bifiroşin dikanann, ji aliyê dewleta Tirk ve hatin desteserkirin. Esnaf bi taybetî nikarin şekir, çay û cixareyê bifiroşin.

Li navçeya Erdîş a Wanê, polîsên Tirk her roj diavêjin ser dikanan. Li esnafên ku van malan difiroşin cezayê pereyan dibrin. Ji ber serdegirtin û desteserkirina malên wan, esnafên Erdîşê nema dikarin kar bikin.

JI SERDEGIRTINA POLÎSAN BÊZAR BÛNE

Gelek esnafên ku ji serdegirtina polîsan bêzar bûne, bi rojan e dikanên xwe venakin. Esnafên Erdîşê ku bi malên ji Rojhilat û Başûrê Kurdistanê tînin kar dikin, ji ber zext û zordariya dewleta Tirk êdî nema dikarin kar bkin. Esnafên ku ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê nikarin kar bikin, bi saya bazirganiya li ser sînor debara xwe dikirin.

Bi bahaneya "desteka ji bo PKK'ê" hêzên dewleta Tirk pêşî li bazirganiya li ser sînor digirin. Esnafên Erdîşî nerazîbûn nîşanî vê zordariyê dan. Esnaf dibêjin, yekane armanca dewletê ew e ku nehêle esnaf kar bike.

'DEWLET BI ZANEBÛN LI DIJÎ ESNAFÊN ERDÎŞÊ BI VÎ RENGÎ TEVDIGERE'

Welatiyekî ku 25 sal in li Erdîşê esnaf e û ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku dewlet van mehên dawî ji bo pêşî li karê esnafan bigire, hewl dide. Esnaf destnîşan kir ku dewlet bi zanebûn li dijî esnafên Erdîşê bi vî rengî tevdigere û got, "Polîs her roj diavêjin ser dikanên me. Çay, şekir, cixare û malên mîna wan didin hev û bi xwe re dibin.

Polîs ji me re dibêjin, 'Dema ku hûn van malan difiroşin, hûn alîkariya madî didin PKK'ê'. Ev bi temamî derew e. Em tenê dixwazin bazirganiyê bikin. Ji ber van malan bi hezaran lîre ceza li me dibirin. Li gel xisara madî dozê vedikin. Eger em van malan nefiroşin em nikarin tiştekî qezenç bikin. Qezenca me ji van malan e. Lê dewlet pêşî li vê digire. Em neçar in hem li dijî krîza aboriyê, hem jî li hemberî zexta dewletê li ber xwe bidin."