Dewleta Tirk seyrangeha Gulê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bi balafira biçek û bêmirov seyrangeha Gulê ya ser bi bajaroka Pêncwên bombebaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 16:30’an de bi balafira biçek û bêmirov seyrangeha Gulê ya ser bi bajaroka Pêncwên bombebaran kir. Li gor agahiyên hatine bidestxistin tu ziyanek canî û madî çênebûye.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku liv û tevgera balafirên keşfê didome û hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê li hember êrîşan bêdeng in.

Di nava 6 rojên dawî de ev êrişa pêncemîne ku dewleta Tirk bi balafirên biçek û bê mirov li sinorê parêzgeha Silêmaniyê pêktîne.