Dewleta Tirk bombe li herêmeke Silêmaniyeyê barand

Dewleta Tirk a dagirker bombe li derdora gundekî herêma Silêmaniyeyê ya Başûrê Kurdistanê barand.

Li gorî agahiyên hatin wergirtin, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî bi dema herêmî saet di 13:00 de bombe li derdora gundê Gelale yê bajarokê Şarbajêr ê Silêmaniyeyê barand.

Li ser encamên êrîşê agahî bi dest neketin. Rayedarên xwecihî jî hîn daxuyaniyek nedane.

Dewleta Tirk a dagirker bi taybetî ji Nîsana 2022'an û vir ve êrîşên giran li ser qadên sivîl ên Başûrê Kurdistanê dike. Di êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan gund jî hatin valakirin.