Dewleta Tirk bi nîjadperestî daristanên Kurdistanê dişewitîne

Eşkere bû ku li gelek deverên navbera bajarokê Rûbarok ê Şemzînanê û Başûrê Kurdistanê, leşkerên Tirk bi şêweyê heyv û stêrkê benzîn li daristanê kirine û şewitandine.

Navçeya Şemzînan ku cîranê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye, bi xwezaya xwe ya bedew cihekî taybet e. Şemzînan ku çiya û newalên xwe bi daran xemilî ne, bi sedan celebên giha û heywanan lê hene. Tevî gelek darên fêkî, bi hezaran heywan li çiyayên wê ne. Ev bihuşta xwezayî li xezeba dewleta Tirk rast hatiye. Dewleta bi hezaran hektar daristana li herêmê şewitand û bi hezaran heywan jî telef kir.

Eşkere bû ku li gelek deverên navbera bajarokê Rûbarok ê Şemzînanê û Başûrê Kurdistanê, leşkerên Tirk agir berdane daristanan. Şewata li daristanan bi rojan dewam kir. Leşkerên li qereqolên li ser sînor bi zanebûn daristanên li herêma Rûbarokê dişewitînin.

BENZÎNÊ LÊ DIKIN Û DIDIN BER AGIR

Şewata ku ji ber leşkerên Tirk bi daristanê ve ket, mehekê dewam kir. Bi rojan dû bi ser gundên Rûbarokê ket. Gundiyan hewl dan agir vemirînin, lê leşkeran nehiştin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, leşkerên li kalekolan bi taybetî bi şevê benzîn li daristanan kirine û şewitandine. Benzîn jî bi şêweyê heyv û stêrk (nîşaneya ala Tirkan) li daristanê kirine û şewitandine.

DARISTANÊN LI HERÊMÊ MEHEKÊ ŞEWITÎN

Gundiyên li herêma kalekolan û ser sînor in, gotin ku leşkeran bi zanebûn agir berdane daristanan. Gundiyên ku ji ANF'ê re axivîn û ji ber ewlekariya jiyanê nexwestin navê xwe eşkere bikin, diyar kirin ku leşkeran benzîn li daristanê kirine.

Yek ji gundiyan got, "Çiya û newalên navbera Rûbarok û Başûrê Kurdistanê bi daristanan xemilî ne. Gelek heywan li van daristanan dijîn. Leşker bi taybetî bi şevê agir berdidin. Meha bihurî leşkerên li kalekolên li navbera Rûbarok û Başûrê Kurdistanê, bi şêweyê heyv û stêrkê benzîn li daristanê kirin û şewitandin. Şewata li daristanên herêmê mehekê dewam kir. Me xwestin agir vemirînin, lê nehiştin. Ji ber şewatê hem daristanên aliyê me, hem jî yên li aliyê Başûrê Kurdistanê şewitîn. Ji ber şewatê bi rojan dû bi ser gundên herêma Rûbarokê ket. Leşkerên dewletê li vê derê hem daristanan dişewitînin, hem jî heywanên li daristanan dikujin. Em ji vê derê bang li mirovahiyê dikin: Demek ji ya din zûtir li ber kiryarên deveyî mirovahiyê yên dewletê rabin."