Dewleta Tirk bê navber sivîlan dike hedef

Dewleta Tirk a dagirker ku bi êrîşên xwe hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike, bê navber bi awayekî sîstematîk gundan dike hedef. Welatiyê Gundê Sûredê anî ziman ku balafirên şer raste rast gund û malên sivîlan dikin hedef.

Her ku li Herêma Binarê Qendîlê em digerin, em zêdetir xirbeyên avahî û ziyanên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li ser herêmê û sivîlan kirî dibînin.

Li gundê Sûredê dema em digeriya rastî welatiyê gund Sûredê Mûsa Xidir hatin. Mûsa Xidir yek ji welatiyê ku di encama bomberdûmanên balafirên şer de mala bira û bavê wî bûye hedefa bombeyan û wêran bûye û ziyaneke mezin ber mala wî jî ketiye.

Xidir bal kişand ser êrîşên li herêmê û got: “Dema em li rewaş deverê binêrin her roj û sala diçe nearamtir bûye. Bav û bapîrên me jî tim ji bo me dianî ziman ku ev dever tim şer lê bûye û aramî zû bi zû peyda nebûye. Ji dema Evdilkerîm Qasim bigire heta roja îro ku Mûstefa Kazimî bûye serokwezîrê Iraqê. Ji topbaranên Îranê bigire û bi taybet balafirên şer ên Tirkiye li ser deverê kêm nebûye. Dijminê mezin ê gelê Kurd dewleta Tirk a dagirker bi hemû cûreyî herêmê bombe dike.”

Di 23’yê Kanûna 2018’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker mala bira, bav û çend malên gundiyan tê bombe kirin û mala bira û bavê Mûsa Xidir wêran dibe û ziyan digihêje mala Mûsa Xidir û çend malên din ên nava gund. Xidir wihda domand: “Saet 21:30’î şev bû balafiran bombe li me barandin. Hûn bi çavê xwe bermayên bomberdûmanê dibînin. Bikişînin û belge bikin. Dengê me biginîn welat û derveyî welat. Bila cîhan tev bizane bê ka gundan çawa bombe dikin.”

Xidir anî ziman ku ji destpêkê ve dewleta Tirk herêmê bombe dike û got: “Heta niha ti aliyeke berpirs ji ber bomberdûman û ziyanên wê serdana herêmê nekiriye û heta aliyên ragihandinê jî ji bo rastiya herêmê ragihîne serdana herêmê nekiriye.”

Xidir bal kişand ser rewşa jiyanê ya li herêmê û diyar kir ku nikarin bi bêrê jî baxçeyên xwe çêbikin ji ber bamberdûmana balafirên şer ên Tirk. Xidir anî ziman ku ji tirsa nikarin bax û baxçeyên xwe şîn bikin û got: “Balafirên keşfê bi şev û roj li esmanên herêmê digerin. Eger ku tirs neba me wê avahiyên xwe yên ziyan pê ketine çêbikira. Balafirên keşfê cih diyar dike û yên şer jî tên bombe dikin. Berî niha bi demekê balafirên şer nêzî deh dawazde carî gundê Sergelê bombe kir.”

Mûsa Xidir nerazîbûn nîşanî hikûmeta Herêma Kurdistanê da û diyar kir ku hikûmeteke Kurdî ya temenê wê 30 sal e heye, lê heta niha tiştek ji bo welatî û xelkê navçeyên wan nekiriye. Xidir bang li hikûmeta Iraqê jî kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin, rê nedin ku dewleta Tirkiye serweriya wan binpê bike û herêmê bomberdûman bike.