Dewleta Tirk a dagirker li Amediyê malek bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker li gundê Guherzeyê yê Amediyê malek bombebaran kir.

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker li gundê Guherzeyê girêdayî navçeya Amediyê ya Dihokê bombebaran kir.

CPT’yê ragihand ku bombebaran ji baregeha Girê Biharê ya Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û bombe li maleke li gundê Guherzeyê ketiye.

Hat diyarkirin ku di encama êrîşê de qismeke mezin ên malê û tiştên malê zirar dîtine. Her wiha maleke din jî zirar dît û sê zarokên ku di êrîşê de şok derbas kirine rakirine Nexweşxaneya Amêdiyê.