Dewleta Tirk a dagirker bajarokê Mangêşkê ya Duhokê bombebaran kir
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Mangêşkê ya bajarê Dihokê bombebaran kir.
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Mangêşkê ya bajarê Dihokê bombebaran kir.
Li gorî agahiyên Rojnewsê ku xwe dispêrê çavkaniyên herêmî, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Mangêşkê ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Cihê ku hatiye bombebarankirin 30 kîlo metreyan ji navenda bajarê Dihokê dûr e û derbarê ziyanên bombebaranê de agahiyên zelal nehatin standin.
Çavkaniyên herêmî diyarkirin ku di encama bombebaranê de li herêmê şewat derketiye.
Hate ragihandin ku welatî hewl didin şewatê vemirînin, lê hîna jî neketiye bin kontrolê.