Dewleta Tirk 30 herêmên Dersimê ‘qedexe’ kir
Walîtiya Tirk a li Dersimê ragihand ku li 30 qadên Dersimê ‘herêma ewlehiya taybet a demdemî’ hatiye danîn. Hate gotin ‘qedexe’ heta 1’ê Îlonê wê domdar be.
Walîtiya Tirk a li Dersimê ragihand ku li 30 qadên Dersimê ‘herêma ewlehiya taybet a demdemî’ hatiye danîn. Hate gotin ‘qedexe’ heta 1’ê Îlonê wê domdar be.
Dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagriker û qirker ên li ser Kurdistanê bi ‘qedexe’yan jî didomîne.
Walîtiya Tirk a Dersimê diyar kir ku ji 1’ê Mijdara 2017’n heta bi 1’ê Îlona 2018’an li 30 herêmî biryara ‘herêma ewlehiya taybet a demdemî’ hatiye standin.
HERÊMÊN ‘QEDEXE’
Deverên ku ‘qedexe’ li ser hatine danîn:
Girê Vezer, Karameşe, Tapanê, Kutu, Çemê Kurutlu, Çemê Balî yê bi ser navenda Dersimê ve; daristanên Kinzir, zozanên Çigirli yê Hozatê; Zozanên Sarigul, Yoncalikê yên Pulumurê; Ganekastîk, Karadere, Zozana Yel, Çeşme, Kurt, Bastir, Kurugol, Karagol, Dalav, sirtê Alîgeçîdî, taxa Yarpûzlû, Dulbektaşi, Egercî, zozanên Golan, Girê Kinikan, Çemê Kiran, Çiyayên Mercanê, taxa Eroglû yên Ovacikê û Dokuzkaya, Tavûklû û Dogantaş ên Nazimiyê.’’