Dewleta Tirk erdê çiyayê Kirklarê desteser kir

Piştî lêkirina avahiyan li çiyayê Kirklar ê li qiraxa çemê Dîcleyê yê li Amedê, ku berî 6 salan rê li ber nîqaşên mezin vekir, niha jî erdê vê herêmê û zêdeyî 700 avahiyên lê hatine lêkirin, ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawidorê ve hate desteserkirin.

Li gorî agahiyan, wê biryara cemawerîkirinê di rojên pêş de ji aliyê Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê ve bê ragihandin. Tê gotin, piştî ku berdêla avahiyên li çiyayê Kirklarê ji xwediyan re hat edayin, wê bên xerakirin.

Çiyayê Kirklarê, ku yek ji nîşaneya Amedê tê dîtin û gelek stran li ser hatiye gotin, sala 2011'an piştî ku Şaredariya Sûrê destûra avahîlêkirinê da, gelek avahiyên bilind lê hatin lêkirin. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, di çarçoveya projeya beşa yekemîn a li quntarên çiyayê Kirklarê û Geliyê Dîcleyê dee, biryar da ku çiyayê Kirklarê û avahiyên li wê derê bike malê cemaweriyê.

Tê gotin, biryara cemawerîkirinê ji muteahîtên xwediyê milk re hatiye ragihandin û di rojên pêş de wê ji Midûriyeta Bajêr a Hawirdor û Bajarvaniyê re bê şandin û li vê derê bi awayekî fermî ji xwediyê mal û milkan re bê ragihandin. Heta mehekê wê muteahît karibin li ber biryarê rabin.

Herêma çiyayê Kirklarê, 6 sal berê ji aliyê Şaredariya Sûrê ve li lêkirina avahiyan hatibû vekirin û li ser 370 donim erdî gelek avahiyên bilind hatibûn lêkirin. Daîreyên li zêdeyî 700 avahiyên li vir, ji sedan kesî re hatibû firotin ku siyasetmedar jî di nav de hene. Yek ji kesên li vir avahî kiriye, Serokê berê yê AKP'ê yê Amedê Aydin Altaç e.