Dewlet sedema mirina Halîlê biçûk ev 25 roj in vedişêre

Ji ber biryara veşartinê ya li ser dosyaya Mehmet Halîl Yavûz ê 12 salî ku bi destikê derî yê Qursa Kuranê ya Karşiyaka ya Mûşê ve daleqandÎ hatî dîtin, li gel hemû hewldanan jî ev 25 roj in ser rûdanê ronî nebûye.

M. Halîl Yavûz ê 12 ku diçû Qursa Quranê ya Karşiyaka, 3'yê Tîrmehê bi deriyê malê ve daleqandî hate dîtin. Halîl Yavûz ê ku rakirin nexweşxanê li gel hemû hewldanan jî xilas nebû, piştî 10 rojan mir. Rêveberên qura Quranê gotin Yalîl Yavûz xwe kuştiye.

Otopsiya Halîl Yavûz hate kirin lê rapor hate veşartin, biryara veşartinê yali ser dosyaya lêpirsînê hate danîn û qedexeya weşanê hate danîn. Ji bo ku ser mirina Halîl Yavûz ronî bibe malbatê û parêzerên Baroya Mûşê serlêdan kirin lê ti encam jê nehate standin. Li gel ku 25 roj di ser re bihurîn Jî nayê zanîn bê ka M. Halîl Yavûz içma û çawa miriye, hê ti daxuyanî nehatiye dayin. Malbata Yavûz jî got zarokên wan xwe nekuştiye û ji mirina wî gumanê dibin. Biryara veşartine ya li ser dosyayê û qedexeya weşanê jî fikara ku ser delîlan were tarîkirin zêde dike.

SEROKÊ BAROYÊ YÊ MÛŞÊ: EM DIXWAZIN SER RÛDANÊ BI BERFIREHÎ RONÎ BIBE

Serokê Baroya Mûşê Parêzer Kadîr Karaçelîl got biryarda veşartinê ya li ser dosyayê heta roja ku îdîname hatî hazirkirin dikare were domandin. Karaçelîk diyar kir ew pê nizanin bê ka di dosyayê de çi delîl hene û li ser 'rakirina delîlan'' wê şîroveyeke neke, piştî ku biryara veşartinê hate rakirin ew ê daxuyanî bidin. Karaçelîk got baroya wan tevlî vê dozê bûye û wê vê dozê bişopînin. Karaçelîk got, ''Ji bo ku ser rûdanê bi berfirehî ronî bibe em ê xebatên xwe bikin.''

Beriya bi çendekê li gundê Kodê yê Mûşê di qursa Quranê de melayê ku ders dide êrîşa zayendî biribû ser sê xwendekarên kur.