Dewlet gefê li malbatan dixwe

Polîsên Tirk gefê li malbatan dixwe yên ku zarokên wan tevlî nav PKK’ê bûne. Dewlet ji malbatan dixwaze ku bila zarokên xwe bînin.

Malbatên ku zarokên wan li çiyê ne, polîs her roj digire ser malên wan. Gef li malbatan tê xwarin.

Dewlet dixwaze zextê li hemû gelê Wanê bike. Li Wanê û navçeyên wê hemû çalakiyên demokratîk hatine qedexekirin û di demên dawîn de piştî ku hemû şaredarî hatin desteserkirin û qeyyûm li ser şaredariyan hate wezîfedarkirin, êdî zextên li ser gel jî zêde bûye. Cezayê pereyan li mirovan tê birîn, gef li wan tê xwarin û tên destgîrkirin. Yên ku tên destgîrkirin bi rojan di nezaretxaneyê de dimînin, êşkence li wan tê kirin û haya malbatan jî jê nayê çêkirin.

Malbateke ku zarokê wan di nav PKK’ê de ye, ji ANF’ê re got ku “Bi taybetî di saleke dawîn de, zextên dewletê zêdetir bûye. Di nava hefteyekê de du an jî sê caran digirin ser mala me. Çêran li zarok û jinan dikin. Ji me re dibêjin ‘Zarokên we li ku ne, çima hûn naçin hûn naynin, hûn ê van zarokan jî mezin bikin û bişînin çiyê’ Dixwazin me bidin tirsandin. Em ji van zextên wan natirsin û baweriya me ya ji doza me zêdetir dibe.”