Desthilatdariya AKP-MHP’ê xwedîkirina heywanan qedandiye

Ji ber polîtîkayên AKP-MHP’ê li Wanê di warê xwedîkirina heywanan de, zehmetî çêdibin. Hema bibêje li bajêr karê xwedîkirina heywanan qediyaye û kesên heywanan xwedî dikin neçar dimînin ku piraniya dema xwe vala derbas bikin.

Ji ber polîtîkayên ku hikûmeta AKP-MHP’ê di salên dawî de bi rê ve dibe, xwedîkirina heywanan li Wanê ku demekê yekane çavkaniya debara gel bû, li ber tunebûnê ye.

Li bajarê Wanê ya ku ji salên 1980’an ve yek ji bajarên sereke bû gelek pez dihatin xwedîkirin, lê ji ber krîza aborî, ji ber polîtîkayên xwedîkirina heywanan yên desthilatdariya AKP’ê û hawirdekirina (îthal) heywanan a ji derve, hema bibêje mazat vala mane.

‘EM ÊDÎ NIKARIN VÎ KARÎ BIDOMÎNIN’

Mûhsîn Kirat ku heywanan xwedî deike, bal kişande ser zêdebûna bihaya alif, heqdestê şivan û kirêkirina erdê zozanan. Kirat anî ziman ku ew êdî nikarin vî karî bidomînin û got: “Ev du sal in, hişkesaliyek zêde heye. Bihayên alifê zêde bûye. Bihayê kirêkirina erdê zozanan 100 hezar TL ye. Em ê di van şert û mercan de vî karî çawa bikin? Li holê hikûmetekî ku cotkaran bifikire, tune ye. Hinek kes mîna min li ber xwe didin, lê bawer im êdî wê tu encamê xwe nebin.”

Sabahattîn Guleryuz jî diyar kir ku êdî bi xwedîkirina heywanan ew nikarin debara mala xwe bikin û wiha pêde çû: “Yekane çavkaniya debara me, xwedîkirina heywanan e. Jixwe ew jî ji destê me standin. Ji ber zêdebûna bihayê alif, heqdestê şivan û kirêkirina erdê zozanan, xwedîkirina heywanan hatiye asta qedandinê. Eger wisa bidome, em neçar in ku ji gund koçî bajar bikin.”