Desthilatdariya AKP'ê girtiyekî din qetil kir!

Girtiyê bi nexweşiya kanserê yê 80 salî Abdullah Bora ku nêzî 26 salan dîlgirtî bû û nedihate berdan, jiyana xwe ji dest da.

Nexweşê kanserê Abdullah Bora yê 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dîl dihate girtin, doh êvarê li Nexweşaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl jiyana xwe ji dest da.

Piştî ku agahî ji malbatê re hate ragihandin, xizmên wî cenazeyê Bora ji nexweşxaneyê wergirt û bir Bismilê. Cenazeyê Bora li goristana li Taxa Aralikê ya li navçeyê hate veşartin.

Tevî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) gelek kes tevlî merasîma cenaze bûn.

Bora ku nêzî 26 sal in girtî ye, beriya 2 salan bi kanserê ketibû û 7 meh bû ku bi rengekî kelebçekirî dihate dermankirin.