'Destgîrkirina mirovan a li Newrozê neqanûnî ye'

Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Parêzer Diyar Çetedîr anî ziman ku destgîrkirina mirovan di dema Newrozê de neqanûnî ye û got, nabe ku kincên neteweyî weke hincet bê nîşandan.

Di dema pîrozbahiya Newrozê de ya li Amedê, jin û zarok jî di nav de gelek kes ji aliyê polîsan ve bi zor û lêdanê hatin destgîrkirin. Di Newroza Amedê de 74 jê zarok 298 kes hatin destgîrkirin. Hincet jî lixwekirina kincên neteweyî bû.

Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Amedê Parêzer Diyar Çetedîr bi bîr xist ku ji bo pîrozbahiyê destûra qanûnê hate standin, kincên neteweyî jî qedexe nîne.

Çetedîr got, "Meş, kombûn û xwepêşandan mafekî qanûnî ye. Di dema bikaranîna vî mafî de destgîrkirina mirovan bi tena serê xwe êşkence ye. Di dema destgîrkirinê û piştî wê de êşkenceya ku li mirovan hate kirin, nîşan dide ku ev polîtîka wê hîn bêhtir ber bi nebaşiyê ve biçe û hiqûq bi temamî bê betalkirin."

Parêzer Çetedîr anî ziman ku beşek ji zarokên hatin destgîrkirin kêmî 12 salî bûn û got, "Qanûna 15'emîn a Qanûna Parastina Zarokan dibêje, nabe ku zarokên kêmî 15 salî bêne destgîrkirin. Tevî vê yekê jî zarok hatin destgîrkirin. Îfadeya zarokan nehate girtin, rojekê destgîrkirî hatin hiştin û piştre hatin berdan. Di dema destgîrkirina zarokan û piştre de êşkence û kiryarên xerab li zarokan hate kirin."