Desteya serokeşîrên Şengalê hişyarî da PDK'ê û Mîr

Desteya serokeşîrên Şengalê hişyarî da ku PDK, mîr Hazim Tehsîn Beg ji bo berjewendiyên xwe li dijî Şengalê xistiye dewrê û destnîşan kir ku ew vê yekê qebûl nakin.

Desteya Serokeşîrên Şengalê li ser pîlanên vê dawiyê yên li ser Şengalê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li navenda Şengalê ji aliyê Dexîl Mirad ve hate dayin.

Dexîl Mirad diyar kir ku planên PDK'ê li ser Şengalê gihiştine wê astê ku bi rêya Mîrê Êzdiyan dest li Şengalê werde û got, "Di demên dawî de ji bo li Şengalê tevliheviyê derbixin, dest bi planên fitneyê di nava pêkhateyên Şengalê de kirine. Xwestin jiyana hevbeş a li Şengalê belav bikin, lê her kesek rastiya civaka Êzidî dizane ku em ne li dijî ti olekê ne."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "PDK'ê zanîbû ku bi serdana serokwezîrê Iraqê ya ji bo Şengalê wê hin planên wan û tiştên li ser Şengalê dibêjin eşkere bibin û rastiya wan bê dîtin. Ji bo ku ev rastî li Şengalê xuya nebe, Hazim Tehsîn Beg ku wek mîr destnîşan kiriye, xistin dewrê û bi gotinên ne rast serdana serokwezîr asteng kirin."

Di daxuyaniyê de bang li Hazim Tehsîn Beg kir ku li gorî berjewendiyên PDK'ê tevnegere.