Desteya Rêveber a PADÊ'ê komplo şermezar kir

Desteya Rêveber a Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) bi daxuyaniyekî nivîskî Komploya Navneteweyî şermezar kir.

Desteya Rêvebir a PADÊ ji ber 18. salvegera Komploya Navneteweyî, daxuyaniyekî nivîskî weşand û hemû hêzên bêbêxt yên ku di komployê de cih girtine bi tundî şermezar kir. Her wiha cangoriyên ku li derdora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xelekek ji agir çêkirine bi rêzdarî bibîranîn.

Daxuyaniya PADÊ wiha ye; "Bêbextiya navneteweyî wê ti  caran bi ser nekeve. Ji bo azadkirina Rêber Apo em ê di her alî de hêj bêhtir têbikoşîn û Rêberê mirovahiyê,aştîxwaz, demokrasîxwaz bînin nava gelan. Cihekî wek Şengalê pêşwazîkirina 15'ê Sibatê hîn zêdetir watedar e û barê civata Êzîdî jî girantir dike. Ji ber ku bi pêşdîtin û nirxandinên Rêber Ocalan gelê Êzîdî carek din ji tunebûnê derketin û hebûna xwe dan dewamkirin. Lewra ji her kesî zêdetir Êzîdî Rêber Ocalan xwedîderdikevin."

Daxuyanî wiha dewam dike; "Em di vê bîr û baweriyê de ne ku ger bîr û baweriya Rêber Abdullah Ocalan ji berê de di nava Êzidiyan de hebûya, wê fermana 73'an di ser civaka Êzidî de nehatiba. Lewre Êzîdiyan xwe piştî ku xwe ji pençeyên DAIŞ a hov û dirinde derxistin û şûnde; dan ser rêça Ocalan û niha bi vê bîr û baweriyê ji nû ve xwebûnekî pir bi watedar dijîn. Êdî Êzîdî wê tenê bi Şengalê re sînordar nemînin û wê ji bo demokratîzebûna Kurdistan û ya Rojhilata Navîn bi mîsyoneke dîyarker rabin û bîrdoziya Rêber Ocalan bikin rastiya jiyana gelan. Ji ber ku Rêberê Gelan her çiqas bi bêbextiyekî mezin dîl hat girtin û kirin giraveke weke Îmralî ku cihekî taybet e; em pir baş dizanin rih û fikrê Rêber Ocalan her tim bi Êzîdiyan re bû. Ger wisa nebûya Rêber Ocalan wê nikariba fermana 73'yan ji berê de bidîta. Em weke gelê Şengalê bi rihê Rêberê xwe re ra dibin û rûdinin. Em wî dil û mejiyê xwe de didin jiyîn."

Di dawiya daxuyaniya Desteya Rêveber a PADÊ de wiha tê gotin; "Ji ber 18. salvegera plangeriyê em gelên Rojhilata Navîn vedixwînin tekoşîna azadî û demeokrasiya gelan. Em dibêjin bi tekoşînekî wiha em ê bikaribin Rêberê xwe, Rêberê gelan azad bikin û bînin nava xwe. Ger me Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê serketin mîsoger kir wê demê azadiya Rêberê me jî mîsoger dibe. Lewra em ê di sala 19. ya  plangeriyê de serketinên mezin bi  dest ve bînin û Rêberê xwe azad bikîn. 'Bimre Plangerî û Planger', 'Bijî Rêberê Mirovahiyê'."