Destê Barzanî ji posta serokatiyê nabe

Tê payin, di rûniştina îro ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê de sîstema Serokatiya Herêmê bê terikandin. Mesûd Barzanî jî ji bo li ser desthilatdariyê bimîne di nava lêgerîn û hewldanan de ye.

Parlamenta Başûrê Kurdistanê, ji bo sîstema Serokatiya Herêma Kurdistanê betal bike û erkên wê radestî parlament, hikumet û wezareta edaletê bike, îro li hev dicive.

Alîkarê Serokê Parlamenta Herêma Kurdistanê Cafer Emînkî got, Barzanî nameyek ji parlamentê re şandiye ji bo di rûniştina îro de bê xwendin. Wekî din, rayedarekî PDK'ê ji Reutersê re axivî û diyar kir, ku Barzanî wê 1'ê Mijdarê îstifa bike.

Lê belê, daxuyaniyên ji PDK û YNK'ê li ser îstifaya Barzanî û betalkirina sîstema Serokatiya Herêmê tên, rê li ber pirsên nû vedikin.

'NAMEYA BARZANÎ NE JI BO ÎSTIFAYÊ YE'

Serokê Koma PDK'ê ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê Umêd Xoşnav duh beşdarî bernameya televîzyonekê bû û got, "Nameya Barzanî ne li ser destberdana ji wezîfeyê ye."

Xoşnav got, "Nameya Barzanî bi ti awayî eleqeya xwe bi îstifayê re nîne. Birêz Serok dixwaze dema wezîfeya wî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê neyê dirêjkirin. Dixwaze Parlament di nava du demsalan de ji bo hilbijartinên Serokatiya Herêmê û Parlamentê amadekariyan bike."

YNK: WÊ GUHERTIN NEBE

Parlamenterê YNK'ê Salar Mehmûd jî li ser rûniştina îro ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê bi rêya hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek da û got, divê bendewariyeke mezin ji rûniştina îro neyê kirin.

Mehmûd anî ziman, ku dirêjkirina dema wezîfeya parlamentê ji bo salekê di heman demê de wê were wateya dirêjkirina dema wezîfeya Serokê Herêmê û wiha dewam kir: "Meclîsa Şûra mafekî bi vî rengî dide. Sibe wê îstifayek nebe, parlament jî wê kesî ji bo wî postî wezîfedar neke. Barzanî bi tena serê xwe nikare Serokatiya Herêmê betal bike. Ew dikare pêşniyar bike, lê erka betalkirinê di destê parlamentê de ye. Ji ber ku sîstema Serokatiya Herêmê saziyeke ku bi qanûnan hatiye diyarkirin. Barzanî di nameya xwe de dibe ku bixwaze ku wezîfeya merciya neteweyî ji Encûmena Siyasî ya Kurdistanê re bê ydain. Wê wextê jî wê hemû guhertin bi şeklî be. Divê mirov tiştekî mezin hêvî neke."

Di vê navberê de, nûçeyên di medya PDK'ê de tên weşandin û ji bo Barzanî dibêjin "wê bibe merciya neteweyî", Ayetûllah Hamaney ê li Îranê otorîte ye û Seyîd Alî Sîstanî yê li Iraqê otorîteya siyasî ye, tîne bîra mirovan.

DEMA DIRÊJKIRINÊ JI BO 4 SALAN

Barzanî roja 12'ê Gulana 2005'an ji aliyê parlamentê û 25'ê Tîrmeha 2009'an jî ji aliyê gel ve ji bo Serokatiya Herêmê hatibû hilbijartin. Dema wezîfeya Barzanî di Tebaxa 2013'an de qediya bû û bi biryara parlamentê 2 salan hatibû dirêjkirin. Lê belê Barzanî ku dema wezîfeya wî di Tebaxa 2015'an de qediya, dest ji vê postê berneda û du salên din li ser desthilatdariyê ma.