Dest bi îfadegirtina yên li Colemêrgê hatin destgîrkirin kirin

Dest bi îfadegirtina 23 kesên ku li navenda Colemêrg û gundewarên wê ku astengdar û extiyar jî di nav de ne hatibûn destgîkirin, hate kirin.

Duh di saetên sibê de avêtin ser gelek malên li gundê Cevîlzî ya navçeya Çelê û taxên navenda Colemêrgê. Di serdegirtinê de Dervîş Aydogdû, Nîmet Onal, Suleyman Erol ên astengdar jî di nav de 23 kes hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin ku piranî kesên hatine destgîrkirin extiyar û nexweşin, ji Midûryeta Emniyetê ya Colemêrgê birin Fermandariya Jendermeyan a Bajar. Hate ragihandin ku li ser îxbarekê avêtin sergundan. Hate diyarkirin ku dest bi îfadegirtina kesên hatine desgîkirin, kirine.

Navê kesên hatine destgîrkirin ev in: “Dervîş Aydogdû, Nîmet Onal, Rehmî Ozdemîr Suleyman Erol, Îsmaîl Karataş (60), Abdulhatîr Karataş (70), Nîmet Yuce (70), Fatma Sevmîş (65), Ahmet Sevmîş (66), Necdet Unal, Mehmet Seven, Erhan Korkmaz û Saîd Karkmaz.