Derwêşên dilê me

"Dema hûn hatin we ji me re av, nan û dilê xwe yê pak anîn. Em jî we bi gulan û bi dua Tawizî Melek bi rê dikin..."

Şahidiya rojên dîrokî dibe barekî giran û dikeve ser milê mirovan. Dîtina her gava li welêt tê avêtin, berpirsyariyeke dîrokî dide mirovan. Min wêneyên gerîla kişandibû ku 4 û 7'ê Tebaxa 2014'an li ber fermana Şengalê rabûn û ji çiyê berê xwe dan Şengalê. Wê wextê her kes gelekî xemgîn bûn, gelekî bi hêrs û bi rûmet bûn. Di destê hemûyan çek, nan û av hebû. Gava ku xwe digihandin kê, jiyan didan wan. Bi çekên xwe mirov parastin, av niqutandin ser lêvê qelişî yên zarokan. Ji bo mirovên birçî, ruhên xwe mîna genim hêrandin û kirin nan. Ji bo mirovên ji mirinê tirsiyan û hovîtî dîtin, bûn hêvî. Destê xwe dan destê bi hezaran însanî û baweriyeke mîna çiya xistin nava kefa destê wan.

TENÊ GERÎLA DIDÎT EW BIRÎNA ŞENGALÊ

Yên ku ew rûyê wan ê mexrûr û pak dîtin, wê ti carî ew ji bîr nekiriba. Li pêş çavên hemû dinyayê mirov dihatin qirkirin û her kesî xwe li koraniyê danîbû. Tenê gerîla didît ew birîna Şengalê. Komek ji mirovên wêrek li ber qirkirina ku cîhanê nedixwest bibîne rabûn û mîna siwariyan şûrê xwe li hemû nexweşiyan bilind kirin. Rast bêjim; wê wextê dema ku min ew gerîlayên bi bayê bezê xwe gihandin Şengalê û çekên ferdî yên di destê wan de dît, min ji xwe re got, 'Gelo bi van çekên biçûk wê çawa karibin Levîathanê tirsnak ê serdemê û Deccalên serdemê têk bibin?' Bêguman min ev yek ji xwe re got û ji bilî min kesî nebihîst. Baş bû ku kesî ev dengê min nebihîst. Ji ber ku gerîla her kes matmayî hişt. Herî zêde min ev yek îro dît. Ew ji bo fethkirinê nehatibûn, lê wan dilê mirovan feth kirin. Ew bi hêza dil a mîna çiyê li pişt çeka xwe bûn piştrast bûn. Bi vê bîr û baweriyê bi ser nebaşiyê ve beziyan.

GELEK JI NAVA DOJEHÊ DERXISTIN

Û dem 1'ê Nîsana 2018 e, çar sal di ser re derbas bûn. Vê carê bi biryara hevpar a KCK û HPG'ê me vekişîna koma dawî ya gerîla ya li çiyayê Şengalê dît. Û wêneyê wan dikişînim. Wan êşa herî giran kişandin û bi destê gelekî ketibû nava dojehê girtin û ew jê derxistin. Min jî wêneyê wan kişand.

KULÎLKÊN ZER BI SÎNGA WAN VE KIRIN

Gelê Şengalê ji bo gerîla bi rê bike li Şehîdgeha Şengalê li hev civiyan. Girseyeke qelebalix e. Dayik, pîr, ciwan, zarok û şervanên YBŞ û YJŞ'ê ketine rêzê, xatir dixwazin. Kulîlkeka zer ku nîşaneya dûrketinê ye dide her gerîlayeke/î ku xatir dixwaze. Rozeta Tawizî Melek bi sînga wan ve dikin. Ji hoparloran strana "Em ê biçin heval, em ê herin heval" tê gotin. Zarok jî helbestên li ser gerîla nivîsandî ji mîkrofonê dixwînin.

GERÎLA RONDIKÊN ÇAVÊN XWE VEDIŞÊRIN

Her kes digirî, tenê gerîla rondikên çavên xwe vedişêrin. Bi rûmetdarî, bi serbilindî. Dil dixwaze ji wan re bêje, "Ji bo zarok negirîn hûn hatin, lê bi çûyîna xwe we kir ku hemû zarok bigirîn," "Hûn hatin Şengaleke wêrankirî, hûn ketin nava hemû dilan, hemû dilan bi xwe re dibin û diçin." Em nizanin bê gerîla li çi difikire, ew timî mîna sirekê ne. Dilê wan mîna bîreke volkanê jî be ji bo kes neşewite nahêlin çirûskek jî jê derkeve. Lê ez dibînim ku çavên hemû gerîlayan li gorên hevalên xwe yên li Şehîdgehê razan e. Piraniya endamên koma destpêkê ya gerîla li vê şehîdgehê razayî ne. Çavên wan têne bîra min, germahiya destên wan têne bîra min.

AMED, NÛJIYAN, TÎRÊJ BÊRÎVAN Û HÊ BI SEDAN JI WAN...

Amed ku ji ber bi Kurdî axivî mamosteyê wî lê da û ji hingî ve careke din bi Tirkî neaxivî, jina bedew a por sor Nûjiyan ku çavên wê mîna lehehiyek ji stêrkan bû, Tîrêj ê komedye û sekvan, Bêrîvan a çavxezal... Hemû û hê bi sedan gerîla li vê şehîdgehê radizên.

'HÛN DERWÊŞÊN DILÊ ME NE, MÎNA AVÊ PÎR Û PAK IN'

Yadê Xoxê ya bi kincê xwe yê spî boz û bi rûyê xwe yê nûranî bi çavên gerîla dihese ku dikin nakin ji ser gorên şehîdan naçin. Radihêje mîkrofonê. Rondik ji çavên wê dibarin û ji gerîla re dibêje, "Şehîd emanetê me ne, ew berî zarokên me ne, em ê mîna çavên xwe li wan binerin. Û hûn bi kincên xwe yên dema fermanê pê hatin, diçin. Ji bilî çente û çeka we tiştekî we nîne, lê belê hezkirina we gelek e. Hûn derwêşên dilê me ne, mîna avê pîr û pak in. Dema hûn hatin we ji me re av, nan û dilê xwe yê pak anîn. Em jî we bi gulan û bi dua Tawizî Melek bi rê dikin." Piştî van gotinan, nîşaneya Tawizê Melek ê bi zîv û zêr hatiye neqişandin radestî fermandareke jina  gerîla dike. Û destên xwe radike hewa, li ber barîna rondikan duwa dike... Dayika Xoxê çi xweş qala gerîla kiribû, bi nan, av û gulan... Bi dilê pak û dua...

ZAROK JI DAYIKÊN XWE RE DIBÊJIN 'BILA NEÇIN'

Xatirxwestinê saetekêa dewam kir. Kêlî bi kêlî min heta dawiyê şopand. Dayikan bi dawa dayikên xwe digirin û bi girî dibêjin, "bila neçin." Piştî deqeyekê rozetên xwe dixin destê gerîla. Zarokên çavbelek hemû gerîlayên diçin maçî dikin. Gerîla dema nêzî zarokan dibin, çeka xwe bi paş ve dibin û ji zarokan re dibêjin, "Em ne dûr in, nêzî we ne. Hûn kengî bixwazin em ê dîsa werin" û bi gotina, "Negirî eyb e lo, tu mezin bûyî" dilê zarokan xweş dikin.

CIWAN: YA NEÇIN, YA JÎ ME JÎ BI XWE RE BIBIN

Ciwanan gelek caran pêşî li wesayitên gerîla girtin û xwestin nehêlin biçin. Xwe avêtin ber wesayitan û gotin, "Ya neçin, ya jî me jî bi xwe re bibin." Lê belê gerîla ji ber biryara hate dayin neçar in biçin û ji ber ku ciwanan bendên danîn ser rê ranekirin, wan jî bi wesayitên xwe dan nava çolê û ji wir çûn.

Di nava firtoneyeke wiha ya çolê de hatibûn. Dayik heta ku bû şev li ser rê rûniştin û li rêya ku gerîla jê çûn nerîn, giriyan. Av li dû wan rijandin û şekir li pey wan reşandin.

ÇÛN!

Tovên jiyana azad çandin û çûn. Navên Vînar, Zîlan, Çeko û Armanc diyarî zarokan kirin û çûn. Gelekî dihate qirkirin jinû ve zindî kirin, ji birînên wan re bûn hêvî û çûn. Jiyana ku ava kirin radestî wijdanê jinan kirin û çûn. Li pey xwe artêşeke mezin a Êzidiyan (YBŞ/YJŞ) ku dikare xwe û gelê xwe biparêzin hiştin û çûn.

Di kêliya herî dawî de gel hewl da pêşî li çûyîna gerîla bigire. Leşkerên Iraqê jî rondik barandin. Extiyarekî digot, "Nabe nesîbê kesî ku bi vî rengî bê hezkirin. Bila hemû artêşên ji bo pere şer dikin li ber xwe bikevin û bigirîn, ji ber ku ew ê ti carî wiha neyên hezkirin." Gotina dawî dîsa ji aliyê şarezayenî ve hatibû gotin...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA