Vîrûsa korona ya nû ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê weke pandemî ragihand, her roj dibe sedema mirina bi sedan kesî. Gelek welatan dest bi tevdîrên berfireh û tund kirin.
Dewleta Tirk jî di fermiyetê de deriyên bazirganiyê yên sînor ên bi Îranê re girtiye. Di giştînameyekê de ku bi îmzeya Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû hate şandin, saziyên pêwendîdar ên li 81 bajaran li ser 'tevdîran' hatin agahdarkirin. 'Tevdîrên li deriyên sînor jî' di nav de neç
Piştî giştînameyê deriyên sînor ên navbera Tirkiye û Îranê; Agirî-Gurbûlak, Wan-Kapikoy, Colemêrg-Bajêrgeh, Îdir-Dîlûcû û Wan-Kapikoyê ji 23'ê Sibatê û pê ve bi rengekî demkî hatin girtin.
Lê belê tevî vê biryarê jî liv û tevgera li deriyên sînor bi dawî nebûn.
'ŞEVA DUŞEMÊ QEMYONÊN KU 42 TON ZEBEŞ Û 42 TON KÎWÎ TÊ DE BÛN DERBASÎ NAVA TIRKIYEYÊ BÛN'
Deriyê sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Saray a Wanê bi roj girtî ye, lê eşkere bû ku bi şev vekiriye.
Şeva Duşemê 2 qemyonên ku barê xwe zebeş û kîwî bû ji deriyê sînor ê Kapikoyê ji Îranê derbasî nava Tirkiyeyê bû.
Barê her du qemyonan ku 42 ton zebeş û 42 ton kîwî bûn birin bazara zebzeyan a mezin a Wanê. Esnaf dibêjin ku ev bazirganiya bi rengekî veşartî tê kirin gefê li tenduristiyê dixwe û bi fikar in.