Derheqê rojnamevan Boltan îdîaname

Dozger derbarê Rojnamevan Hakki Boltan îdeaname amade kir. Dozger, du daxuyaniyên çapemeniyê yên ku Boltan tevli wan bûne û parvekirinên wî yên medyaya sosyal sûc hesiband û KCD jî wekî saziyeke îllegal nîşan da.

30'yê Îlonê li Amedê polîsan bi hinceta tevli çalakiyên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bûne avêtibûn ser gelek malan û 14 kes destgîr kiribûn. Yek ji van kesan jî rojnamevan Hakki Boltan bû. Dozger derbarê Boltan îdeaname amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê jî îdianame qebûl kir.

Dozger Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wekî saziyeke îllegal nîşan da û îdea kir KCD bi telîmata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye avakirin û "Meclîsa Damezirandêr a Kurdistanê" ye. Di îdianameyê de delegetiya Boltan a KCD'ê, beşdarbûna wî ya du daxuyaniyên çapemeniyê û parvekirinên wî yên medyaya sosyal sûc hatine hesibandin. Her wiha di îdianameyê de hatiye diyarkirin piştî agahiyên ku hatine berhevkirin hatiye fêmkirin ku Boltan rojnamevan e.

Di îdianameyê de ji bo Boltan hatiye gotin ku di çarçoveya xebatên KCD'ê de tevlî çalakiyên rêxistinê bûye û li gor delîlên derbarê wî hatine berhvekirin hatiye fêmkirin ku endamê rêxistinê ye. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û nîvan heya 15 salan ceza li Boltan bê birîn.

Danişîna ewil a dozê dê di 24'ê Sibata 2021'ê de li Dadgeha Cezayê Giran a 10'an a Amedê bê lidarxistin.