Derhêner, sînameger û milîtan: Xelîlê Çiyayî

Xelîl Dax herî zêde bi xebata xwe ya fîlm, ya ku li ser Şehîd Berîtan çêkiriye, tê nasîn. Lê bes karê wî ne tenê sînema bû, gelek karên din jî dikir; wêjêvan, nivîskar û wênegir bû.

Halîl Uysal bi navê din Xelîl Dax ango Xelîlê Çiyayî di têkoşîn û xebata xwe de ji bo têkoşîna gelê Kurd bû çav, deng, ziman û hestên çiya û gerîla. Hemû jiyana wî ya têkoşînê ji bo sedan ciwanên Kurd bû mînak. Xelîl Dax li wargehên azad bi pênûsa xwe ya xurt serpêhatî, çîrok, xweşî, nexweşî, bîranîn, êş û şadiya gerîla û çiyan dineqişand. Di her aliyê de bi hunerekê xurt dilorand bîrdoziya Tevgera Azadiyê.

Xelîl Dax her tim bi hesreta welat û azadiyê jiya. Lewre çavê xwe ji jiyanê re li sirgûnê vekiribû û di dilê wî de her tim vegera welat û azadiyê hebû. Xelîl Dax ji sala 1973’an heya 1995’an li Almanyayê sirgûn jiya bû. Meşa sirgûntiya Xelîl ber bi dawiyê ve diçû, meşa ku ji Araratan dest pê kirî li Egeyê û li Ewropa ye domiya bû. Piştî sala 1995’an şûn ve meşa sirgûniyê berê xwe dabû qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Li vir jiyana sirgûniyê bi dawî kiribû. Xelîl Dax, di encama lêgerîna salan de xwe li çiyan dîtibû. Li çiyayên azad heta 1’ê Nîsana 2008’an ku li Botanê şehîd ket û bû cangoriyê Tevgera Azadiyê, hemû livbaziya wî ji bo sînemaya gerîla bû. Di ser şehadeta rêheval Xelîl Dax re 10 sal derbas bûn lê hêj jî bibîraninên wî nûjêniya xwe diparêzin.

‘PIRHÊLİ TÊKOŞIYA’

Heta niha li ser bîranîna Xelîl Dax gelek tişt hatin nivîsandin û gotin, li ser bîranina wî barname hatin çêkirin. Şehadeta Xelîl Dax bi bandor bû lewre hêj di destpêka rêya azdiyê de û afirandina berhemên girîng de gelek plan û projeyên wî hebûn ku bi encam nebibû. Lê belê ligel vê mohra xwe li bin gelek xebatên giran biha jî dabû. Di kêmderfetiyê de gelek klîp, fîlmên metraj dirêj û kurt, belgefîlm û bîranîn girtin. Xelîl Dax bi salan li çiyayên azad, têkoşineke piralî da, hêza xwe ya afirandin û hilberînê hebû. Di dema xwe ya dawî de jî hilberîn û afirandinên xwe yê li ser gerîla pêşxistî, gihişte wê astê ku êdî bikaribe gerîla piralî bide naskirin.

‘BANDOREKE MEZIN KIR’

Xelîl Dax herî zêde bi xebata xwe ya herî dawî tê zanîn,bi fîlma ku li ser Şehîd Berîtan çêkiriye. Lê bes karê wî ne tenê sînema bû, gelêk karên dîtir jî dikir, wêjêvan, nivîskar û wênekêş bû. Dema ku mirov li hunera ku kiriye û xebata ku kiriye dinêre di her aliyê de pisporiya wî tê dîtin. Xelî Dax di heman demê de ligel xebata sînemageriyê bi şanoyê re mijûl bû. Heman demê lîstikvan jî bû. Lê ji nav wan karan ku herî bi bandor kirîî fîlma Şehîd Berîtan bû. Ev ji bo sînemaya Kurd a ku li ser gerîla hatî çêkirin bibû destpêkek. Bi xwe re li ser têkoşina azadiyê bandoreke pir mezin a kir.

‘JI DÎROKÊ RE HIŞT’

Dema mirova xebatên Xelîl Dax dişopîne mirov baş dibîne ku li kûderê çîrokeke gerilayayekî hebûye ew li wê derê bûye. Jiyana çiya bi xebata wî mayînde dibû. Her çîrok dihate tomarkirin û ji dîrokê re dima. Di roja me ya îro de jî em bi saya xebatên wî têkoşîna gerîla û jiyana li Çiyayên Azad dinasin. Xelîl Dax hem bi çîrok û jiyana xwe, hem jî ya gerîlayan wekî belgeyekî ji dîrokê re hişt.

‘GAVÊN XWE LI GOR VÊ DIAVÊT’

Sekna Xelîl Dax a rêxistinî û bîrdozî jî pir kûr bû. Hunera ku bi Xelîl Dax re hebû, yek û yek bi milîtantiya wî ve girêdayî bû. Xelîl Dax, her gava xwe, her xebata xwe bi zanabûneke pir mezin, li gorî felsefeyekê, li gorî xetekî bû. Her gava xwe jî li gorî vê yekê diavêt. Di xebatên Xelîl Dax de jî tê dîtin ku ne tenê wekî hunermendekî kar dikir, di heman demê de jî wekî milîtanekî têkoşîna bîrdozî, rêxistinî dida. Li ser vî esasî jî ji bo armancekê şehîd ket.

Xelîl Dax bi têkoşîn, sekn û hunera xwe ya di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê Kurd de dihat hezkirin û naskirin. Di roja me ya îro de bi sedan ciwanên Kurd li pey şopa wî diçin. Li ser jiyan û têkoşîna Xelîl Dax şopdar û hempîşeyên wî yên derhêner axivîn.

‘SÊ TIŞTÊN BINGEHÎN’

Derhêner Îlham Bakir li ser têkoşîn û derhinêriya Xelîl Dax, dibêje dema derhinêrî û sînemaya Xelîl Dax dinirxîne sê tişt têne bîra wî, “Ew sê dişt di bingeha sîneme, hişmendî û eleqedariya Xelîl Dax de heye. Ya yekemîn; evîndarî û lêgerîna wî ya azadiyê. Mirov vê yekê di jiyan û hemû hunera wî de dibîne. Ya duyem; heskirina wî ya sînema û kamerayê heye. Ji kamereya xwe hez dike. Evîndarê kameraya xwe bû. Ya sêyem; jî evîndariya wî ya li erdnîgariya wî ye. Di sînemeyê de mirov her parçeyekî erdnîgariyê wekî karekterekî şênber di nav fîlma wî de bibîne. Her dar, her zinar, her kevirekî, her ava çemekî mirov dibîne ku di fîlmên wî de weke karekterekî ne û ji mirov re hinek tiştan vedibêjin. Ji ber vê yekê ew hersê tişt aniye ba hevdu û di fîlmên xwe de daye der û bi wan hûnandiye. Ez herî zêde di fîlmên wî de van tiştan dibînim.”

‘ME PIR ZÛ WINDA KIR’

Di berdewamiya xwe de Bakir da zanîn ku ji ber derfetan aliyê teknîkê di berhemên wî de lewaz e û ev tişt got: “Ji bere ku şert û mercên wî dest nade teknîk lewaz e. Lewre şert û mercên ku pêdiviyê sînemayê pê heye ew pê re tune ye ku fîlmên xwe bikişîne. Lê dîtin û estetîka wî ya sînemayê gelekî xurte e. Ez dibêjim me pir zû winda kir. Heke niha bijiya ez bawerim wê gihiştibûya asta Yilmaz Guney. Lewma ew nerîn, ew hezkirin û potansiyel pê re hebû ji bo sînemaya Kurd. Ji ber ku Yilmaz Guney derfetê wî tune bû ku bi Kurdî sînemayê çê bike, her tiştê wî Kurdewar bu lê zimanê Kurdî nebû. Ew derfet wê demê tune bû. Lê bi Xelîl Dax re ev derfet hebûn. Li qadeke azad sînema çê dikir, ew derfetekî mezin bû ji bo wî. Dikarîbû hemû hemanên ew erdnîgariya azad têde bi kar bianiya.”

BELKÎ YILMAZ GUNEY JÎ DERBAS BIKIRA

Bakir diyar kir ku hişmendiya wî azad bû, têkildariya sîstemê, ya endustruyalîzmê, ya modernîteya kapîtalîst pê re tune bû û ji wan têkiliya xwe qut kiribû. Bakir da zanîn ku ew ronî, ew potansiyel mirov di sînemaya wî de didît û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku Yilmaz Guneyekî duyemîn derketiba holê. Yilmaz Guney awantaj û dezawantajê xwe hebûn. Lê dema wî çêbû ku fîlmên pir baş derbixe holê. Xelîl Dax awantajên wî zêde bû ji ber ku li qada azad bû. Hezkirineke azadiyê ya mezin pê re hebû. Ji bo sînemaya Kurd Wê Xelîl Dax Yilmaz Guneyê duyemîn. Ya din ziman Kurdî û qadên ku fîlm lê dihat kişandin ên azad bûn yanî heke dema Xelîl Dax têr bikira belkî Yilmaz Guney jî derbas bikira.”

‘DERHÊNERÊN KURD SAMÎMÎ NABÎNIM’

Bakir ev tişt jî anî ziman: “Di sînemayê de derfet pir girîng e. Lê dîsa jî kesê ku bixwaze hunera xwe di sînemayê de pêş bixe derfet nabi hincet. Derfetên Xelîl Dax jî pir derfetên biçûk bûn lê hişmendiya azadî, hezkirina sînemayê jê re bû hêzeke mezin karîbû hunera xwe pêş bixe. Niha ji bo derhinêrên Kurd derfet gelekî zêde ye. Li gel vê yekê sînemayeke xurt dernakeve ev bi samîmiyetê ve girêdayî ye. Mijarên ku em pê re eleqeder in heke em bi samîmî nêz bibin û evîndariyeke me ya xurt bi sînemayê, bi azadî û gelê Kurd re hebe wê demê dê sînemayek serkeftî derkeve holê. Lewre çîrokên Kurdan gelekî bi hêzin. Sed sal e gelê Kurd têkoşîn û berxwedaneke gelekî mezin didin. Her wiha tirajediyê gelekî bi êş hate jiyîn. Çand û erdnîgariyeke gelekî dewlemend a Kurdan heye. Di nav ew qas derfet de mirov nikaribe sînemayê pêş bixe û xwe biavêje pişt hincetan di serî de ji bo xwe dibêjim hemû derhênerên Kurd samîmî nabînim.”

‘RUH, HEST Û ÊŞAVÎ GELÎ DIZANE’

Derhinêr Îslam Daxdevîren jî li ser derhinêrî û sînemageriya Xelîl Dax axivî û ev tişt anî ziman: “Dema mirov ji karekî hez neke yan jî ruhekî wî karî tune be, çiqas derfet zêde be, teknîka pêşketî di destê te be, ronahî û dengê te jî hebe ev cihê xwe nagire. Divê ruhê te hebe. Dema tu fîlmekî bikişînî tu vê civakê, vê erdnîgariyê, dîroka vê civakê nizanibî tu ji xwe nikare fîlmekî bikşînî. Ji bo wê Xelîl Dag dîroka vî gelî dizanî bû. Dîrok û erdnîgariya xwe dizanîbû. Li qada azad dijiya lê tikiliya xwe bi vê erdnîgarî û vî gelî re heye. Têkiliyeke ruhî heye. Hewce nîne ku mirov fizîkî li ba hev be. Carinan mirov ruhê hev fêm dike. Ev yek ji bo hemû beşên hunerê derbas dibe. Lazim e aliyê hîskirinê zêde xurt be. ji bo vê Xelîl Dax ev hemû anîne ba hev. Ruh, hest û êşa vî gelî dizane. Li vê erdnîgariyê dijî û dibîn e.”

‘JI BO SÎNAMEGEREKÎ EV JÎ EV GIRÎNG IN’

Daxdevîren diyar kir ku ji bo Kurdan tiştekî wiha jî heye dema ku pir zehmetiyan dikişîne dizene xweza dostên wan e, pişta xwe dide çiyayekî û dizane ew çiya xiyanetê pê nake. Daxdevîren wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo sînemagerekî jî ev girîng in. Ruhek bi te re tune be tu nedikarî fîlmekî bikişînÎ û tu serkeftî jî nabî. Niha gelek sînemeger û derhinêrên Kurd fîlman dikişîn lê ew ruh bi wan re kêm e, tu tê de nabînî ligel ku ewqas teknîka baş tê bikaranîn. Lê dema tu fîlmê Bêrîtan temaşe dike tu wî ruhî têde dibîn e, ne hewceye tu wê teknîkê bibîne. Tu derdê wan hevalan dibîne ku dixwazin çi bikin. Ji serî heta binî tu vê hîs dikî. Dema tu vêya bikî, dikare bigihêje cihekî. Yan na teknîk kêrî tiştekî nayê, vala ye.”

‘EV YEK ÎRO DERNEKEVE WÊ SIBER DERKEVE’

Li ser pirsa destan û berxwedanên Kurd ên dawî çima xwe di sînemaya Kurd de neda der. Heke Xelîl Dax hebûya dê rewş çewa bûna? Dagdevîren ev tişt anî ziman: “Bi van sê tiştan ve girêdayîye dema am bi Xelîl Dax binirxînin; yek jê Xelîl Dax li qadeke azad e. Dema em xwe binirxînin; em li qadek azadin an na. Erê em berxwedana azadiyê didin ku vê qadê azad bikin. Dema tu bixwazî fîlma Cizîrê û yên xwerêveberiyê çêbikî hewceye tu bedel bide. Hewceye tu bêje ez li wê derê bêm kuştun jî ez ê wî fîlmî bikişînîm, tu bi vê îradeyê biçî erê rast e. Lê çend kesan ev da ber çavên xwe û çû, bêguman ez vê li ser xwe jî difikirim. Gelek caran ji bo vê yekê ez fikirîm jî biçim an neçim. Em nikarin herdu qadan binîn cem hev. Lewre Xelîl Dax li qadeke azad dijiya. Temam têkiliya Xelîl Dax bi gel re dibe ku tunebû an jî kêm bû, dibe ku teknîk kêm bû. Lê li vir teknîk hebe jî qadeke azad nîne. Lewre dewlet bi her awayî êrîş dike, tu yê li gorî vê tev bigere yan na. Ev biryareke muhîm e li gorî min. Heke tu vê biryarê bidî tu dikari fîlm jî bikişîne û gelek tiştên din jî bike. Lê lazim bû çîrokên qehremaniyê yên vê demê bihatana nivîsîn û bikira fîlm. Lê hin tişt jî dibe ku mirov di vê demê de nikaribe çêbike. Carinan dem jî derbas dibe dîsa tê çêkirin. Dîrok e, yanî tê nivîsandin, piştre berhem derdikevin holê. Lewre ev yek di dilê te de dibe êş bi berheman xwe dide der. Ev yek îro dernekeve wê sibê derbikeve.”

‘LÊ EM Ê ÇAWA BIGIHIJIN VÊ ASTÊ’

Herî dawî jî Dagdevîren ev tişt anî ziman: “Asta xelîl Dax ya derhÊnêrî, ya şoreşgerî pir bilind e. Ji bo ku em bigihêjinê ji me re dem lazim e, ceribandin lazim e. Belê mînak Yilmaz Guney û Xelîl Dax e. Lê em ê çewa bigihêjin vê astê. Aniha em hewldana wê didin. Lê ez nikarim xwe bidim ber Xelîl Dax. Ji ber ku di navbera me de asteke pir cuda heye. Biryarên ku Xelîl Dax dane cuda ne û yên ku em niha dimkin cuda ne. Belê roniya me ew e, em wan dişopînin û li gorî wan dimeşin. Lê ji bo em bigihêjin wê astê ji me re gelek maye. Lazime em gelek berdêlan bidin, gelekî bixebidin ku bigihêjin wê astê. Lê niha em dixwazin ciwanên me bigihêjin wê astê. Em di dersên xwe de her tim wan, fîlm û çîrokên wan mînak nîşan didin. Ez xwe nikarim bidim asta Xelîl Dax lê hêviya me ev e.”

ÇAVKANÎ: ROJNAMEYA WELAT / ROHAT ARARAT