Derdê qeyûmê li Colemêrgê vekirina rêyên leşkerî ye

Ji ber berfa dijwar, li navenda Colemêrgê trafîk tevizî. Şaredariya ku ji aliyê qeyûm ve hatiye desteserkirin, ketiye dû vekirina rêyên leşkerî.

Berfa li Colemêrgê dide, hemû rêyên li navenda bajêr xetimand. Tevî ku ber bi rojane didê, qeyûm û namzetê AKP'ê Cuneyt Epcîm navenda bajêr jî nedaye paqijkirin û derfetên Şaredariya Colemêrgê hemûyan ji bo karê hilbijartinê û saziyên dewletê seferber kiriye.

Ji ber berfa zêde, trafîka li Colemêrgê teviziye û gel mexdûr bûye. Lê belê maşînên kar ên şaredariya qeyûmê AKP'ê, tenê rêyên qereqolan vedikin. Rêyên li navenda bajêr û taxên wê, bi rojane girtî ne. Lê rêyên Tûgaya Komando û rêyên qereqolan hemûyan di cih de tên vekirin. Ji ber vê yekê jî welatî hewl didin bi derfetên xwe rê vekin.