Dêra 1.500 salî ya Nastûriyan diherife

Piraniya avahiyên dîrokî yên li Kurdistanê ji aliyê AKP'ê ve tên hilweşandin. Yên mayî jî ji ber xemsariyê hildiweşin. Dêra Halîl a Nastûriyan a li Geliyê Zapê, ku emrê xwe 1.500 sal e, diherife.

Herêma Colemêrgê ji aliyê avahiyên dîrokî ve cihekî gelekî dewlemend e. Gelên ku bi hezaran salan li Colemêrgê bi hev re jiyan, gelek berhem li pey xwe hiştin. Piraniya van berheman ji aliyê hêzên dewletê ve hatin dagirkirin, weke qereqolên leşkerî hatin bikaranîn û piştre hatin hilweşandin. Gelek avahiyên dîrokî jî hê ji aliyê hêzên dewletê ve dagirkirî ne. Keleha Mîr a li navenda Colemêrgê û Keleha Bay a li gundê Bayê, ji aliyê dîrokî ve gelekî girîng in. Ev her du kelehên ku ji bo tûrîzma Colemêrgê jî gelekî girîng in, hê jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine dagirkirin.

AVAHIYÊN DÎROKÎ TÊNE TALANKIRIN

Beşeke mezin a avahiyên dîrokî yên li herêmê ji aliyê hêzên dewletê û defînegeran ve hatin hilweşandin. Yên mayî jî bi navê restorasyonê berhemên wan ên dîrokî bêyî ku bên qeydkirin tên revandin. Bi vî rengî bi hezaran avahiyên dîrokî yên li herêmê ji aliyê dewletê ve hatin talankirin. Tevî talanê, bajarên dîrokî yên hezaran salî mîna Heskîfê bi bahaneya bendavê di nava avê de têne hiştin û bi vî rengî qirkirina çandî tê kirin.

JI BO TÛRÎZMÊ GELEKÎ GIRÎNG E

Gelek berhemên dîrokî yên ji Ermenî û Nastûriyan mane, ji ber xemsariyê li ber tinebûnê ne. Yek ji van avahiyan jî Dêra Halîl a Nastûriyan e ku berê li Colemêrgê diman. Dêra Halîl a 1.500 salî li qada Halîl a li Geliyê Zapê ye ku bi 8 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Colemêrgê ye. Dêr li ber hilweşînê ye. Dêra Halîl ku ji bo gelê Nastûrî gelekî girîng e, ciheke ku berê lê ayîn dihate kirin. Tevî ku dêr li ber hilweşînê ye, her sal gelek mirovên biyanî û xwecihî serdana wê dikin.

AVAHÎ Û BERHEMÊN DÎROKÎ JI ALIYÊ DEFÎNEGERAN VE TÊN XERAKIRIN

Tevî ku nayê parastin, defînegeran jî xisar dane nava dêrê. Ji bo derxistina berhemên dîrokî û zêr, her devera dêrê hatiye kolandin. Li Geliyê Zapê ku ji aliyê berhemên dîrokî ve cihekî dewlemend e, tevî Dêra Halîl gelek dêr û avahiyên din ên dîrokî jî mîna Dêra Halîl li ber tinebûnê ne. Bi taybetî xisar li gorên Nastûriyan ên li dora Dêra Halîl hatiye kirin.