Denîz Firat wê di nûçegihaniya jinê de her bijî

Şopdarên nûçegihan Denîz Firat, bi nûçeyên xwe yên ji herêmên şer amade dikin, xwedî li bîranîn û têkoşîna wê derdikevin.

Ekîn Wan got, "Piştî şehadeta denîz Firat, hejmara nûçegihanên şer ên jin ku wêrekî û hêz jê girtine û li qada şer dixebitin, roj bi roj zêde dibe. Rastî wê bi ziman û pênûsa jinê bên vegotin."

Di ser şehadeta nûçegihan Denîz Firat re 3 sal derbas bûn. Di nava vê demê de hejmara nûçegihanên şer ên jin û nûçegihanên giştî yên jinê, roj bi roj zêde bû. Şopdarên Denîzan, Nûjiyanan nûçeyên rastiya gelan çêdikin û radigihînin.

Nûçegihan Denîz Firat, ku sala 2014'an dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî kampa Mexmûrê kirin, kêlî bi kêlî şerê li vê derê radigihand, roja 8'ê Tebaxê di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da.

Ji xebatkarên çapemeniya çiyê Ekîn Wan qala Firat kir û anî ziman, ku ew jê hîn bûne li ser şopa rastiyê bin û di nava her şert û mercî de rastiyê ragihînin.

Wan anî ziman, ku wê Denîz Firat bi nûçeyên ku ji qada şer radigihan nas kiriye û destnîşan kir, ku Firat bi wêneyê xwe yê ku bi makîneya xwe ya wêneyan kişandiye, mirovan dawetî têkoşînê dike.

Wan got, "Du hefte piştî şehadeta Denîz Firat ez tevlî nava refên gerîla bûm. Derfetên min çêbûn ku li vê derê hê bêhtir jiyana Denîz Firat nas bikim. Jiyana hevala Denîz qala rê û rêbazên jiyana ji bo armancekê dikir. Armanca wê gelekî zelal bû, xwedî jiyaneke sade bû. Denîz ji navçeya Ebex a Wanê bû û xwestibû ku rojekê şehîd bibe, li axa xwe bê veşartin. Şehîd Denîz Firat, di emrê zarokatiyê de tevî malbata xwe ji ber zext û zora dewleta Tirk koç kiribû. Hevala Denîz yek ji 4 xwişkên tevlî nava gerîla bû. Xwişkên wê şehîd Binevş û şehîd Sarya beriya hevala Denîz şehîd bû."

Wan anî ziman, ku wê xwişka Denîz Firat a ku piştî şehadetê mîrateya xwişka xwe li qada çapemeniyê didomîne nas kiriye û diyar kir, Binevşê jê re qala xewn û xeyalên Denîz kiriye. 

'JI BO XWEDÎDERKETINA LI BÎRANÎNA ROJNAMEVANÊN ŞEHÎD, EZ LI CIHÊ RAST IM'

Ekîn Wan anî ziman, ku wê li Akademiya Çapemeniyê ya Şehîd Denîz perwerde dîtiye û destnîşan kir, ku di salvegera yekemîn a şehadeta wê de wê li cihê rast perwerde dîtiye û wiha dewam kir:

"Denîz Firat em hînî wê yekê kir, ku eger rojnamevanî bê kirin divê li cihê xwe bê kirin. Nûçegihaniya li dora maseyê nûçegihanî nîne. Erdnîgariya Kurdistanê îro li navenda şerê Rojhilata Navîn e. Bi pêşengiya tevgera azadiyê ya Kurd, li dijî faşîzmê têkoşîneke bê eman tê dayin. Li Rojhilata Navîn tevgera azadiyê dîrokeke nû dinivîsîne. Em jî şahidiyê ji vê re dikin û bi nûçeyên xwe radigihînin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de, hevalên Denîz Firat, Arjîn Amed, Şîlan Aras, Nûjiyan Erhan û gelek hevalên rojnamevan ên jin ku ji kevneşopiya Gûrbetellî Ersoz hatine, xeta me ya berxwedanê bi şehadeta xwe destnîşan kirine. Bûn rêber û nîşan dan ku di nava şert û mercên şer de karê çapemeniyê dikare çawa bê kirin. Ji Akademiya Şehîd Denîz Firat ji bo qadên şer gelek rojnamevanên şer derketin holê û hê jî perwerde dibin."

'RASTÎ WÊ BI PÊNÛSA JINÊ BÊ RAGIHANDIN'

Di dawiya axaftina xwe de Wan got, "Em hîn bûn ku mîna Denîz, di nava her şert û mercî de rastiyê ragihînin. Par li akademiya çapemeniyê ya ji bo bîranîna Denîz Firat hate vekirin, min perwerde dît. Hê jî gelek rojnamevanên jin xwe perwerde dikin ku li ser şopa wê bimeşin. Piştî şehadeta Denîz Firat, hejmara nûçegihanên şer ên jin roj bi roj zêde bûn û zêde dibin. Rastî wê bi ziman û pênûsa jinê bê ragihandin."