'Dengê Ocalan dengê aştî û aramiyê ye'

Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Uzeyyîr Kilinç da zanîn ku hêza Ocalan heye ku pirsgirêkan çareser bike û got: "Dengê Birêz Ocalan dengê aramî û aştiya welat e. Ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin divê tecrîd rabe û bi awayekî fîzîkî Birêz Ocalan azad bibe."

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê, di 27'ê Mijdara 2020'an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 22'yemîn dewr girt, di roja 110'emîn de dewam dike.

Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Uzeyyîr Kilinç, der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên grevên birçîbûnê de axivî û anî ziman ku divê tecrîd rojek zûtir rabe.

'DENGÊ OCALAN DENGÊ ARAMÎ Û AŞTIYÊ YE'

Kilinç da zanîn ku hêza Ocalan a ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike heye û wiha axivî: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan li dijî hiqûqê û bi ti awayî nayê qebûlkirin. Tecrîd ne pîvanê exlaqî û mirovahiyê ye. Tecrîd sûçê li dijî mirovahiyê ye. Bi polîtîkayên tecrîd rê li ber kaosê tê vekirin. Şer û krîza aboriyê her ku diçe kûr dibe. Dengê Birêz Ocalan dengê aramî û aştiya welat e. Ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin divê tecrîd rabe û bi awayekî fîzîkî Birêz Ocalan azad bibe. Di rewşeke wiha de wê çareserî bandora xwe li hemû qadan bike. Wê bandor li hemû parçeyên Kurdistanê, kedkar û karkeran bike. Wê pêşî li çareseriyeke topyekûn vebike. Tecrîd bandora xwe li hemû civakê dike. Divê herkes piştgiriya rabûna tecrîdê bike. Tecrîd ne tenê pirsgirêka girtiyan e, pirsgirêka hemû mirovên li Rojhilata Navîn dijîn e."

'MÎNAKÊN PERGAL ÎMRALIYÊ LI TI DERA TINE YE'

Kilinç destnîşan kir ku bêhiqûqiya li Îmraliyê derbasî her derî dibe û wiha pê de çû: "Mafê herî mirovî yê girtiyan tên binpêkirin. Li dijî girtiyan muemeleyên xirab hene û cezayên dîsîplînê li girtiyan tên birin. Di girtîgeh û ji derve de mirov di lêgerîna tazî de tên derbaskirin. Tecrîd bandora xwe li hemû qadên civakê kiriye û êdî tecrîd li ser gelan tê maşandin.

Mînakên pergala Îmraliyê li ti dera dinyayê tine ye û Birêz Ocalan li vir ne bi tenê ye. Îro Birêz Ocalan deng û vîna bi milyonan e. Derketina dengê Ocalan wê bibe sedem rehetbûna Rojhilata Navîn û destpêkirina pêvajoyeke nû. Dema ku pêvajoya çareseriyê berdewam dikir pirsgirêkên wisan girîng nedihatin jiyîn. Lê çawa ku hevdîtin bi dawî bûn li erdnîgariya me qetilkirina mirovan dest pê kir. Mirov ji neçarî penaber dibin, av û axa xwe terk dikin. Di hêla aborî de zehmetiyên mezin dikişînin. Ji bo ku mirov bikarin aram û di nava aştiyê de bijîn divê tecrîd zûtir rabe."

'HETA TECRÎD BIDOME WÊ KRÎZ JI BIDOME'

Di berdewama axaftina xwe de Kilinç anî ziman ku heta tecrîd ranebe dê krîza heyî bi dawî nebe û wiha dom kir: "Eger li vî welatî tecrîd tinebûya û pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bihatina çareserkirin wê aboriya Tirkiyeyê ji şer re nehatine veqetandin. Eger tecrîd tinebûya wê mirovan daxwaza mafên xwe bikira û demokrasî li vî welatî bi cih bûna. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe û pevçûn bidomin wê krîz jî berdewam bike. Muxatabê sereke yê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Dema ku mirov li rewşa Tirkiyeyê dinêre dibîne ku hemû rêyên siyasetê xitimîne û rewşa welat xetere. Eger divê demê de Birêz Ocalan bikeve dewrê û hevdîtin pêre were kirin wê Tirkiye bêhnê bistîne."

'DAXWAZÊN GIRTIYAN DAXWAZÊN ME NE'

Di dawiya axaftina xwe de Kilinç bal kişand li ser çalakiyên grevên birçîbûnê û wiha got: "Li ser tevahiya civakê tecrîd belav bûye. Siyaset û hemû mirovên demokratxwaz dibin tecrîdê de ne. Ti mirov ji keyfa xwe bedena xwe neda li ber mirînê. Berî ku em canekê xwe li girtîgehan winda bikin, divê zû daxwazên girtiyan werin bi cih. Daxwazê girtiyan rewane û daxwazê mene."