Demîrtaş: Em ber bi bexçeyê gulan ve dimeşin

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş got, "Li ser rêya me kelem hene, lê em zanin ku di dawiyê de bexçeyê gulan heye. Bi vê bîr û baweriyê em dimeşin."

Rêxistina HDP'ê ya Wanê, 2. kongreya xwe ya asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.

Kongre li salona dawetê ya Royalê pêk hat. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, Hevserokên HDP'ê yên Wanê Yakûp Ataş û Gulîstan Orhan, parlamenterên Wanê Lezgîn Botan, Adem Geverî, Bedîa Ozgokçe Ertan, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Çîlem Kuçukkeleş, endamên Meclîsa Partiyê yên HDP û DBP'ê, rêveberên DBP'ê yên Wanê, parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azad (OHP), nûnerên ESP'ê yên Wanê, aktîvîstên KJA'yê, ÎHD, Dayikên Aştiyê û şêniyên bajêr tevlî bûn.

Li salona kongreyê pankartên bi nivîsa "Destketiyên jinan nikarin ji holê bên rakirin", "Bi vî rengî nameşe, jin destûrê nade"," Banga me ji bo têkoşîna hevpar e", "Em ji bo aştî û demokrasiyê nesekinin, bidin sekinandin" hatin daliqandin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş peyamek ji kongreyê re şand. Peyama Demîrtaş ji aliyê endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Huseyîn Yilmaz ve hate xwendin.

Demîrtaş kongre silav kir, serketin jê re xwest û got, "Di encama êrîşeke berfireh a dijî partiya me de li girtîgehê me lewma îro ne li wir im. Lê belê dilê min bi we re ye. Girtina me ne HDP'ê ne jî hevrêyên me yên hêja dikare bisekinîne. Ji ber ku em partiya yek lîderî nîne, em partiyeke rasteqîn a gel in.

Mîna ku min beriya niha gelek caran got, ev keştî wê bigihêje bendergehê ji ber ku em tevgereke ji rêeberiya yek şexsî nînin. Şukir ji Xwedê re, sîstema yek şexsî di nava me de nîne û wê ti carî jî nebe. Bi sed hezaran jin, bi sed hezaran mêr hene. Bi kîjan ji van re mijûl bibin? Yek bi tenê jî bimîne, wê ew şexs vê partiyê bi ser bixîne."

Demîrtaş anî ziman, ku wan ti carî negotine rêya wan hêsan e û got, "Partiya me partiyeke bi mîlyonan mirovên we tevlî têkoşîna azadî û wekheviyê kirine. Û mîna hinekan em di nava gulan de nameşin. Li ser rêya me kelem hene. Lê em zanin ku piştî vê rêyê bexçeyê gulan heye. Bi vê bîr û baweriyê em dimeşin."

Demîrtaş diyar kir, ku divê ew ti carî ji bîr nekin ku di çarçoveya pîvanên HDP'ê de ji bo azadî, wekhevî û aştiyê dixebitin, di vê oxirê de têdikoşin û anî ziman, ku hin pirsgirêkên rojane divê li pêşiya armancên wan ên bingehîn nebin asteng, ew bi biryardarî û baweriyê dest bidin hev û bixebitin.

Demîrtaş got, "Bi vê bîr û baweriyê, ez spasiya hemû hevalên cihê xwe di rêveberiyê de girtine dikim. Bi bîr û baweriya ku em ê teqez bi ser bikevin, we hemûyan û rêveberiya nû silav dikim."

Di dawiya kongreyê de raporên malî û xebatê hatin xwestin û bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin.