Demîrbaş: Hilweşandina Sûrê parçeyek ji 'Plana Têkbirinê' ye

Şaredarê Berê yê navçeya Sûr a Amedê Abdullah Demîrbaş diyar kir, hilweşandina Sûrê lingê çandî yê 'Plana Têkbirinê' ye û got, "Armanc têkbirina nirxên Amed û Kurdistanê ye."

Şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş got, AKP û Erdogan rant û talana dîrokî, çandî, qirkirinê ya li ser Sûrê weke lingê 'Plana Têkbirinê' sazkar kirine. Demîrbaş got ne rasthatiniyeke ku talana Sûrê dane KÎPTAŞ’ê, lingekî vê yê talanê ye û lingê dî jî qirkirin e.

Abdullah Demîrbaş têkildarî hilweşandina Sûrê ji ANF’ê re axivî..

‘AKP PLANA ME BETAL KIR Û PLANA TALANÊ SAZKAR KIR’

Demîrbaş diyar kir, divê pêvajoya ku heta bi hilweşandina Sûrê ve hatî weke parçeyek ji 'Plana Têkbirinê' were dîtin û wiha got: "Ji berê ve Sûr, dilê Amedê ji xwe re kiribûn armanc. 2007’an dema ku em ji peywirê girtin û li şûna me alîkarê walî weke qeyûm hate danîn, dîsa bi destê hikûmeta AKP’ê plana talankirina Sûrê hate sazkarkirin. Lê 2009’an piştî ku em bi ser ketin, me şaredarî dîsa bi dest ve anî, bi gelê xwe re em li dijî vê planê rawestiyan û me kir ku betal bibe. Ji 2009’an ve em wek şaredariya Sûrê û Şaredariya Mezin, ji bo ku nirxên dîrokî yên di nav sînorên Sûrê de derxînin holê û bi mebesta parastinê me li gorî plana zanistî xebat kiribûn. 2013’an bi mebesta parastinê me plan qedandibû. Lê AKP niha ev plan ji dewrê derxist û plana talanê ji dewrê derxist."

‘BINGEHA HILWEŞANDINA SÛRÊ YEKRENGÎ YE’

Demîrbaş ragihand, armanca wan ew e ku hemû nirxên çandî yên Sûrê biparêzin û bigihînin siberojê û di vê mijarê de wan desteka yekîtiya bajarên dîrokî jî girtiye. Demîrbaş diyar kir pêvajoya rewşa heyî ya li Sûrê bi sedema bêkokkirinê, tinekirina çandên heyî, pê re dixwazin bîrê, çandê tine bikin, yek rengiyê ava bikin û got: ‘’Sûr mîratayeke pir mezin e ku şopa 36 şaristaniyan li ser e. Ji hêla dîrokî ve jî piştî bend Çînê Sûr a herî mezin e û li dinyayê mezintirîn Sûr sûrên Amedê ne.

Demîrbaş diyar kir a Çîniyan ne sûr e lê bend in û sûrên Amedê mezintirîn mîrateya dîrokê ne. Demîrbaş diyar kir, ji ber vê sedemê jî ji hişmendiya yek reng re bûye hedef. Bal kişande ser wê ku sedema ku Sûr ji xwe re kirine heef pir rengî, pir zimanî ye.

Bi bîr xist ku nêzîkatiya li Sûrê diyar bûyî divê li ser bingehê hişmendiya yek zimanî, yek çandî, yek nasnameyî ya hişmendiya sîstema heyî were nirxandin.

‘GAVA PÊŞÎ YA RANT Û TALANÊ 2013’AN BI AGAOGLU RE HATE AVÊTIN’

Demîrbaş da xuyakirin, gava peşî ya talan, rant, yekrengî û planên înkarkirinê 2013’an piştî ku rejîma AKP’ê û Erdogan baronê înşeatan Alî Agaoglu anîne Sûrê dest pê kiriye û wiha got: ‘’Hê wan rojan armanca rejîma AKP û Erdogan dest pê kiribû. Ji bo vê jî, sedema hilweşandina Sûrê tenê mirov ji îro binirxîne şaş e. Mesele ne xendek û ne jî şer e. Ji bo pêkanîna vê planê xendek û berxwedana xwerêveberiyê dikine hincet.

‘SÛR, PARÇEYEK JI ‘PLANA TÊKBIRINÊ YE’

Demîrbaş anî ziman, ku ku ji destpêkê ve armanca wan bidestxistina dilê Kurdistanê, Amedê ye û got armanca wan bi tinekirina Sûrê, di nav çarçoweya Tirk-îslamê de Amedê, hemû Kurdistanê û nirxên wê tine bikin.

Demîrbaş diyar kir ku ew wateya qeyûmê ya li ser şaredariyên Kurdistanê dizanin û wiha got: "Bi giştî dixwazin vîna demokratîk a Kurdan, gelan, baweriyan radest bigirin. Qeyûm, girtina wekîlan, plana talanê ya ku li Sûrê sazkar kirin, parçeyek ji plana têkbirinê ye û ev sazkar kriine. Ev plan ji mêj ve sazkar kiribûn û niha jî dixwazin pêk bînin."

‘DIXWAZIN BÎRA ME TINE BIKIN Û LI ŞÛNA WÊ BÎREKE TIRKITIYÊ DEYNIN’

Demîrbaş diyar kir bînahiyên ku li gorî plana talanê çêdikin, ti têkiliya xwe bi bi plana parastinê ya ku wan hazir kiriye, nîn e û got, armanc ew e ku bi mîmariya Tirk-Îslamê dixwazin di bîra civakê de têkildarî Sûrê têgihiştineke dîrokî ya têkildarî Tirkan ava bikin. Demîrbaş diyar kir AKP-Erdogan bi tinekirina Sûrê dixwazin bîr û xêfê tine bikin, diyar kir, bi mîmariya Tirk-Îslamî dixwazin bîr û hişmendiyeke dîrokî ya dehbeyî ya girêdayî Tirkan ku bi rastiyê re ti têkiliya xwe nîn e ava bikin.

ÎHALEYÊN SÛRÊ BI KÎPTAŞÊ RE NE

Demîrbaş diyar kir ku plana talanê ya Sûrê ji hêla KÎPTAŞ’ê ya Şaredariya Mezin a Stenbolê ve tê pêkanîn û got, sedema ku proje dana KÎPTAŞ’ê jî têkildarî senteza Tirk-Îslamê ye ku dixwazin pê hişmendiya dîrokî ava bikin, ji ber ku KÎPTAŞ xwedî wê hişmendiyêye ku planê pêk bîne.

‘KÎPTAŞ JI BO ALÎGIRAN DI SER SÛRÊ RE QADA RANTÊ YE’

Demîrbaş destnîşan kir, ku sedema dî ya ku rejîma AKP-Erdogan îhaleya qikirina çandî, dîrokî û mîmarî dayî KÎPTAŞ’ê jî ew e ku ji bo fîrmayên alîgir û siyasetmedaran bûye qada rantê. Demîrbaş bi domdarî wiha got: ‘’Bi KÎPTAŞ’ê re li Amedê siyasetmedarên bi AKP’ê re hevkar ên Amedê jî bûne parçeyek ji rantê. Ji bo vê jî ne tesafûfek e ku ev kar dane KÎPTAŞ’ê. Qirkirina çandî û dîrokê dikin û hewl didin ku ranta aborî bi dest ve bînin.

‘SÛRÊ WÊ PÊŞKÊŞÎ ŞÎRKET, SIYASETMEDAR Û MALBATÊN ALÎGIR BIKIN’

Demîrbaş diyar kir siyasetmedarên alîgirên AKP’ê yê li Amedê hevkarê vî karî ne û ranta wê dixwin û wiha got: ‘’Rejîma AKP û Erdogan, bi tinekirina plana me ya parastina Sûrê, bi plana ku ew pêk tînin wê xanî û avaniyên ku çêdikin bidin siyasetmedar, hevkar û malbatên alîgirê wan. Wê dest li ser ked, mal û milkê gelê Sûrê deynin û bidin alîgirê xwe.’’