Endama Desteya Rêvberiya KJA'yê û endam PM ya DBP'ê Sêvê Demîr, Endama KJA'yê Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ên ku 4'ê Çileya 2016'an li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di berxwedana Xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên xwe hatin bi bîr anîn. Jinên ku di pêşengtiya TJK'ê de kom bûn, hatin Goristana Nalaro ya li Şirnexê. Di bîranînê de dayîka Pakîze Bahiye Nayir, Serokwekîla Giştî ya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, ji parlemterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Dîlan Dîrayet Taştemîr, Aycan Îrmez, Dayîk û hevjîna Hevşaredarê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehemt Tûnç jî beşdar bûn. Dayîka Fatma Ûyar Hatîce Ûuar a di girtîgehê de ye peyam şand.
GOKKAN: DI DÎROKÊ DE NAVÊ XWE BI TÎPÊN ZÊRÎN NIVÎSANDIN
Aktivîsta TJK'ê Ayşe Kokkan, diyar kir ku li Kurdistanê berxwedanekî pir mezin destpê kiriye, di vê berxwedanê de li gel 3 jinan gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Gokkan, 3 jinên şoreşger ên Kurd ku li Parîsê hatin qetilkirin jî bi bîr xist û diyar kir ku Sêvê, Fatma û Pakîze bi salan di nava têkoşînê de cih girt. Gokkan wiha got: "Hevalên me di dîrokê de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandin."
DAYÎK NAYIR: EM Ê BI SER BIKEVIN
Dayîka Pakîze Nayîr Bahiye Nayîr jî wiha got: "Ne tenê Pakîza min, di vê têkoşînê de bi hezaran zarokan jiyana xwe ji dest da. Hemû jî weke Pakîze heskiriyên azadiyê bûn. Êdî bes e, bila xwîna ciwanan neyên rijandin. Em bi hêvîne, em ê bi ser bikevin."
ÎRMEZ: BILA REHET RAZÊ; EM Ê BIDOMÎNIN...
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî destnîşan kir ku li Silopiyayê 37 rojan berxwenan hate kirin û şahidî ji vê berxwedanê re kiriye. Îrmez wiha anî ziman: "Wê şevê em pir êşiyan, lê wan ti demê dev ji dozê ber neda. Dama herî dawî ez li gel Sêvê axifîm wiha got; 'Em ê vê têkoşînê bidomînin. Em di van kolanan de bigihijin şehadetê jî, di rêya têkoşînê de çi bê xwestin em ê bikin.' Hêzên ewlekariyê bi zanabûn her 3 hevalên me qetilkirin. Karê hevalên me tenê parastina can û malên gel bûn. Lê, mixabin bi polîtîakyên qetlîamwarî ên dewletê her 3 hevalên me hatin qetilkirin. Bila hevalên me rehet raxê, ji ber ku em ê têkoşîna wan bidomînin."
Dayîka Hatîce Ûyar jî di peyama xwe de got: "Em bi têkoşîna Sêvê, Fatma û Ûyar ser bilind in."