Demîr: Doza 13'ê Mijdarê wê dozeke dîrokî be

Demîr li ser doza êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Cizîrê axivî ku wê 13'ê Mijdarê li DMME pêk bê û got, "Nirxandin û tespîtên li ser vê serlêdanê wê ji bo hemû serlêdanan, bi taybetî ya li ser kuştina mirovên li jêrzemînan jî bi cih werin anîn."

Li ser mirovên di dema berxwedana xwerêveberiyê ya 2014'an de li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatibû dayin.

Ji ber binpêkirina mafê jiyanê, azadî û ewlekariyê, bi navê Omer Elçî û Orhan Tûnç ê ku birîndar bû û tevî vê yekê jî ambûlans jê re nehate şandin, serlêdan hatibû kirin.

Rayedarên DMME'yê bi nameyekê bersiv dan serledanê û diyar kirin ku rûniştina dozê wê 13'ê Mijdara 2018'an saet 9'an li Strasboûrgê pêk were û rûniştin wê li ser esasê be.

'JI TIRKIYEYÊ DAXWAZA PARASTINÊ HATIBÛ KIRIN'

Di serî de li Cizîr, Sûr û Silopiyayê, li gelek bajar û navçeyên i herêmê di dema qedexeya derketina derve ve mafên mirovan hatibûn binpêkirin û salên 2015 û 2016'an gelek caran li ser mijarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û DMME hatibû dayin. Di serlêdanan de ji AYM û DMME hatibû xwestin ku ji bo pêşî li binpêkirina mafê mirovan were girtin, biryarên tedbîrê bidin. DMME biryar dabû ku van serlêdanan bide pêş û zû binirxîne. Weke encama vê biryarê, DMME ji Tirkiyeyê xwestibû ku li ser 34 serlêdêran parastina xwe bike û diyar kiribû ku wê biryara xwe ya li ser esasê piştre bide.

'EV DOZ WÊ BIBE MÎNAK'

Ji parêzerên dozê Ramazan Demîr biryar nirxand û anî ziman ku biryar wê piştî vê rûniştinê bê nivîsandin û biryar wê ji bo serlêdanên din ên li ser dema qedexeya derketina derve bibe mînak.

Parêzer Demîr diyar kir, li ser mijarê gelek serlêdan li DMME hatine kirin û got, "Ji ber ku derfetên dadgehê nîne ku li ser hemû serlêdanan rûniştinê bike, biryar da ku li ser ûsil û esasê serlêdana li ser kuştina Orhan Tûnç rûniştinê bike. Lê belê nirxandin û tespîtên li ser vê serlêdanê wê ji bo hemû mirovên hatin kuştin, bi taybetî yên li jêrzemînan bi cih werin anîn."

'RÛNIŞTINA DÎROKÎ'

Demîr da xuyakirin ku di rûniştinê de, wê di serlêdana der barê Omer Elçî de asta hiqûqî û esasê qedexeyên derketina derve jî werin nirxandin. Demîr got, "Di serî de mirovên li jêrzemînan hatin kuştin, rewşa mirovên li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve de mirin, wê li dadgeh û saziyeke navneteweyî bi rengekî vekirî were dadgehkirn. Wê bibe rûniştineke dîrokî."