Dema hilbijartinê hat, AKP careke din deriyê sînor vedike!

Hikumeta AKP'ê ku beriya her hilbijartinê merasîmên vekirinê dike, wê Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Wanê cara 8'an veke.

Hikumeta AKP'ê ku ji bilî şer û mirinê tiştekî nade gelê Kurd, mîna beriya her hilbijartinê, dixwaze bi rêya merasîmên vekirinên sexte deng ji gel bigire.

Yek ji van merasîman jî 'vekirina deriyê sînor ê Kapikoyê' ye ku AKP amadekariyê jê re dike.

Deriyê Sînor ê Kapikoyê herî dawî beriya hilbijartinên 24'ê Hezîranê ji aliyê Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Beşîr Atalay ve hatibû vekirin. Tevî ku Atalay 'vekir', deriyê sînor venebû. AKP'ê zend û bend dîsa ba da û beriya hilbijartinê dixwaze careke din deriyê sînor veke.

HEMAN SOZA HER HILBIJARTINÊ

Hikumeta AKP'ê ku bi xwe Deriyê Sînor a Kapikoyê girtiye, beriya her hilbijartinê sozê dide gelê Wanê ku wê deriyê sînor veke. Deriyê Sînor ê Kapikoyê heta niha 7 caran ji aliyê hikumeta AKP'ê ve hatiye vekirin.

Rayedarên rêxistina AKP'ê ya Wanê îdîa kirin ku deriyê sînor ê Kapikoyê wê bibe yek ji deriyên herî modern ê sînor ê Tirkiyeyê.

MERASÎMÊN VEKIRINÊ YÊN HIKUMETA AKP'Ê

Mîna ku ev deriyê sînor cara yekê ye tê vekirin AKP propagandayê dike. Merasîmên vekirina vî derî yên heta niha hatine kirin wiha ne:

* 18'ê Tîrmeha 2009'an: Di dawiya civîna serdema 6. a Komîteya Hevpar a Bazirganiya Sînor a Tirkiye-Îranê de, Alîkarên Musteşarên Bazirganiya Derve ya her du welatan protokol îmze kirin.

* 24'ê Cotmeha 2010'an: Navendên Bazirganiya Sînor ên navbera esnafên Wanê û bajarê Hoy ê Komara Îslamê ya Îranê ye, Deriyê Sînor ê Kapikoy-Razî yê li navçeya Saray a Wanê bi merasîmê hate vekirin.

* 2'ê Adara 2010: Ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Kapikoyê protokol hate îmzekirin.

* 30'ê Çileya 2011'an: Rêya transît a Deriyê Sînor ê Kapikoyê hate vekirin.

16'ê Nîsana 2011'an: Deriyê Sînor ê Kapikoyê bi merasîma ku rayedarên AKP'î tevlî bûn hate vekirin.

* 10'ê Cotmeha 2015'an: Namzetê parlamenteriyê yê AKP'ê yê Wanê û Alîkarê berê yê Serokwezîr Beşîr Atalay got, "Di dema herî kin de wê deriyê gumrukê ji nû ve bê vekirin. Ez ê bi xwe biçim û vekim." 19'ê Cotmeha 2015'an deriyê sînor hate vekirin.

* 15'ê Hezîrana 2018'an: Deriyê Sînor ê Kapikoyê ji aliyê rayedarên AKP'î ve bi merasîmekê hate vekirin.