Dema destgîrkirina HDP’iyan hate dirêjkirin

Dema destgîrkirina 8 kesan ku hevşaredarên HDP’ê yên Amed û Yenîşehîrê jî di nav de, ji bo 4 rojên din jî hate dirêjkirin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP yên Amedê Zeyyat Ceylan û Hulya Alokmen Uyanik, Hevserokên Navçeya Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya û 4 kesên navên wan nehatin zanîn, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 22’yê Cotmehê de, di serdegirtina avahiyan de hatibûn destgîrkirin. 8 kes 4 rojbûn li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Amedê tên  ragirtin

Dema destgîrkirina 8 kesan a 4 rojan temam bû, sewqî Edliyeya Amedê kirin. Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar dema destgîrkirinê 4 roj din jî dirêj kir

Kesên destgîrkirî dubare şandin emniyetê.