Delîla li ser şopa kekê xwe Nûman e

Xwişka fermandar Nûman Amed, Delîla ku sala 2013'an piştî şehadeta kekê xwe tevlî nava refên gerîla bû got, "Min kekê xwe qet nedît, lê mîna ku timî bi min re bû. Ji ser serê çiyê dikim qîrîn; Keko ez li vir im!"

Li gel astengî û derewên dijmin jî ciwan mîna çemekî ber bi cewhera xwe ve diherikin. Delîla yek ji hezaran gerîla ye ku ji bo bersivê bide zilma dijmin û tola şehîdan hilîne berê xwe daye çiyê.

Delîla sala 1995'an li Amedê ji dayik bû. Di nava 12 xwişk û bira de ya herî biçûk e. Dema ku ji dayik bû, kekê wê Nûman li nava refên têkoşîna azadiyê bû. Bi bîranînên wî mezin bû. Xewn û xeyala wê bû ku rojekê li cihekî hev bibînin. Piştî şehadeta kekê xwe fermandar Nûman Amed ku têkoşîna wî ya li çiyayên Amedê her li ser zimanan e, biryar da ku tevlî nava refên azadiyê bibe.

Dema ku wêneyên kekê wê sala 2006'an digihêje malbatê, yekî ji nav derdixîne û ji xwe re vedişêre. Wêneyê Nûman Amed ê dev li ken hîn pê re ye. Delîla dibêje, "Di wêneyan de kenekî welê xweş dike, mîna ku bang li mirovan dike."

JI ALIYEKÎ VE SERBILIND BÛM, JI ALIYEKÎ VE JÎ DIÊŞIYAM

Delîla kekê xwe ji dûr ve şopand. Heta 31'ê Kanûna 2012'an dema agahiya wî ya şehadetê ji wan re hat ku nedixwestin bawer bike. Delîla dibêje, "Berê jî dijmin li ser kekê min nûçeyên şehadetê diweşand. Me jî digot belkî yek ji wan nûçeyan e, me bawer nekir, lê vê carê rast bû. Piştî ku agahî gihîşt me, em çûn Amedê. Bi rojan em li wê derê mijûl kirin û piştre kekê min dan me. Nedihat bîra min ku ez ê kekê xwe, lehengê zarokatiya xwe bi vî rengî bibînim. Dibe ku tiştekî ecêb be, lê eşqa min a zarokatiyê bû. Di dema zarokatiyê de gava hevalên min digotin, 'ez evîdar bûme' min jî ji xwe re digot 'eşqa min kekê min e'. Ez ê biçûma çiyayê Amedê û mîna hevrêyeke wî ya ciwan derketibûma pêşiya wî. Aliyekî min serbilind bû, lê aliyê din diêşiya.

WEKE KU TIMÎ LI CEM MIN BÛ

Min kekê xwe qet nedît, lê weke ku timî li cem min bû. Naskirî bû. Ya rast, berî ku ew şehîd bikeve ez gelekî bê sebir bûm ku biçim cem wî. Dayika min felç bû, ji ber ku zaroka dawî ya li malê ma ez bûm, ez li bendê mam ku wextek di ser şehadeta kekê min re derbas bibe. Piştî salekê min berê xwe da çiyayên ku hebûna kekê xwe lê hîs dikim. Min ji hevrêyên wî guhdarî kir bê mirovekî çawa dilnizm bû. Min jî xwest bibin beşek ji vê çîrokê, ne tenê lê guhdarî bikim.

Delîla dema hat çiyê çû cihê ku Nûman û hevrêyên wî lê şehîd bûn. Çû stargeha ku lê dima, pirtûka wî ya 'Dayik' Maksîm Gorkî ku gelekî jê hez dikir dît. Û ferek pêlava wî dît. Hevrêyên wî gopal û kefiyeya wî dan wê. Dest bi nivîsandina helbest û nivîsan kir li ser kekê xwe.

DIQÎRÎM; KEKO EZ LI VIR IM!

Di dawiyê de qala çîroka navê xwe dike: "Gelekî fikirîm bê navê kekê xwe rakim an na. Gelo min ê karîbûya mîrateya wî ya giran hilbigirta. Dema hatim çiyê min dît ku gelek hevrêyan navê Nûman Amed li xwe kirine. Min biryar da ku navê kekê xwe rakim. Dibe ku ew nizanin, lê belê hebûna wan hêzê dide min. Hêrsa min a li dijî dijmin gelekî mezin bû û min zanîbû ku dikarim li çiyê tola xwe hilînim. Dixwazim li vê derê bibim bersiv ji keda hevrêyan. Li ser serê çiyayên bilind diqîrim: Keko ez li vir im!"