Delegeyên konferansê: Kurd bi yekîtiyê dikare bi ser bikeve

Delegeyên Konferansa Aştî û Yekîtiya li Kurdistanê gotin, konferans gaveke girîng e û destnîşan kirin, ku Kurd bi yekîtiyê dikarin bi ser bikevin.

Konferans bi pêşengiya PEN a Kurd û bi organîzasyona Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) û Tevgera Aştiya Navxweyî (BAN) di 22'ê Nîsanê de li paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê hate lidarxistin. Ji çar aliyên Kurdistanê gelek siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevan beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de li ser siberoja gelê Kurd û Kurdistanê nîqaş û nirxandinên girîng hatin kirin. Delegeyên konferansê, ji ANF'ê re axivîn.

NEBÎ: DIVÊ SILÊMANÎ, HEWLÊR Û QENDÎL DENGÊ GEL BIBIHÎZIN

Akademîsyen-nivîskarê ji Rojavayê Kurdistanê Serbest Nebî da xuyakirin, ku ew vê konferansê weke gaveke girîng dibîne û got, "Ev organîzasyon hem ji aliyê armanca xwe ve, hem jî ji aliyê teknîkî ve gelekî serketî bû. Bi dehan akademîsyen, parlamenter, aktîvîst û rewşenbîr beşdar bûn. Tevî ku wext kêm jî bû, konferanseke berhemdar bû. Xusûsên girîng ên ji bo aştî, biratî û yekîtiya gelê Kurd hatin diyarkirin û nîqaşkirin."

Nebî diyar kir, ku bi vê yekê re derkete holê bê wezîfeya dikeve ser milê rewşenbîr û aktîvîstan çiqasî girîng e û wiha dewam kir: "Ji bo aramiya gelê Kurd û Kurdistanê me hewl dan dengê xwe bigihînin Silêmanî, Hewlêr û Qendîlê. Jİ ber ku me ev yek bi dengê wijdanê xwe weke wezîfeyeke girîng dît. Lê belê ev jî rastiyek e; êdî gog li ber lingên hêzên siyasî yên Kurdistanî ne. Lewma lîderên siyasî yên ku girseyeke berfireh temsîl dikin, ji bo avakirina aştî û yekîtiyê û afirandina bingeheke bi vî rengî, divê bibin bersiv. Bi rêya vê konferansê me ev bang û daxwaz kir. Di heman demê de em bang li medya Kurdistanî jî dikin, ku bes propaganda dijminê gelê Kurd bikin û zimanekî cihêkar bi kar neynin. Ji bo xurtkirina tifaqa navbera xwişk û birayan de, helwestekê nîşan bidin. Bêguman yek deng, yek reng ne rast e. Lê belê di çarçovey berjewendiyên neteweyî yên Kurdistanî de lazim e gavan bavêjin."

AMEDÎ: NE NEHÊLIN KU DIJMINÊN ME LI SER XWÎNA ME DESTKETIYAN BI DEST BIXIN'

Şêwirmenda Karên Jinê ya PDK'ê Şîrîn Amedî jî destnîşan kir, ku di çarçoveya avakirina yekîtî û hevgirtina gelê Kurd de dijminên Kurdan dikarin bên beralîkirin û anî ziman, ew vê konferansa ku nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên sazî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûne, gelekî girîng dibîne.

Amedî diyar kir, ji niha û pê ve jî divê hewldan û konferansên bi vê armancê werin lidarxistin û got, "Gelek rewşenbîr û nivîskarên me hene ku dikarin pênûsa xwe ji bo yekîtî û aştiyê bi kar bînin. Em di nava serdemekê de ne ku dijminên gelê Kurd û Kurdistanê di nava liv û tevgerê de ne."

Amedî bal kişand ser komkujiya li Şengalê û got, "Ji bo careke din Şengal û Şengalî van êşan nekişînin, ji bo bilindkirina dengê yekîtî û hevgirtinê, divê em nivîskar û rewşenbîr bêjin 'Belê em jî hene û dengê me bibihîzin!'. Em bi vê armancê li hev civiyan."

Amedî gotina 'Yekîtiya gelê Kurd bidin min, ez jî Kurdistanê bidim we' ya Celadet Bedirxan bibîr xist û destnîşan kir, naveroka vê gotinê û ya vê konferansê yek e. Amedî got, "Bi rêya vê konferansê me careke din dît, ku ji bo yekîtî û hevgirtina me, divê em he wezîfeya dikeve ser milê xwe bi hesasiyeteke mezin bi cih bînin. Pêwîste em vê yekê li hemû qadên xwe yên siyasî, civakî û psîkolojîk bi cih bikin, ku êdî nehêlin dijminên Kurdan li ser xwîna me destketiyan bi dest bixin."

FÎDAN: DIVÊ ÊDÎ MEJÎ BERÎ HEWLDANÊ BE

Ji rêveberên PEN A Kurd nivîskar Omer Fîdan diyar kir, ji bo çandina tovên aştî û biratiyê di nava gelê Kurd de, rewşenbîr û hunermend heta niha bi roleke têrker ranebûn û got, "Heta niha çi hatibe kirin, hewldana berî aqil bû. Bi vê konferansê re me xwest vê bikin; êdî divê mejî berî hewldanê bê. Mîna ku helbestvanê Kurd Arjen Arî dibêje; berî ku agir agir biqedîne, berî ku tiştên nebaş biqewime, berî ku xwîna bira bê rijandin û xwekuştin bê kirin, lazim e nivîskar, rewşenbîr û hunermend li ber vê rabin û rola xwe bi cih bînin. Bi rêya vê konferansê me hewl da destnîşan bikin, ku aştî û yekîtiya li Kurdistanê beriya her tiştî tê. Armanca me ya bingehîn ev bû. Em dixwazin rewşenbîr û entellektuelên me bi vê erkê rabin. Em hêvîdar in ku encamên konferansê wê li her devera Kurdistanê belav bibe."