Dehhezaran gerîla Dilovan, Çiya û Bêrîtan spartin axê

Dehhezaran gerîla Dilovan, Çiya û Bêrîtan spartin axê

Cenazeyên Yilmaz Kirtay, Îbrahîm Daşçi û Halîma Kuze ku di 19’ê hezîranê de, di çalakiya li hemberî qereqola Şitazîna li herêma Oremarê ya Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn ji aliyê 10 hezaran ligel hemû astengiyan spartin axê.

DIYARÎ OCALAN DIKIM

Cenazeyê gerîla Yilmaz Kirtay (Dilovan Amed) duh ji Meletiyê hatibû girtin û anîbûn Farqîna Amedê. Cenazeyê ku anîn Mizgefta Hayirsever a Taxa Mescîtê piştî wecîbeyên olî serê sibê merasîmek hate lidarxistin.

Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut, Alîkarê Hevserokên BDP'a Amedê Ahmet Gezer, Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, rêvebirên BDP'ê, Diyar TUAD-DER, MEYA-DER û hezaran kes beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de panqarta ku wêneyên HPG'iyên di heman şerî de jiyana xwa ji dest dabûn hebû hate vekirin û alekî pir mezin a PKK'ê hate hilgirtin.

Girse darbesta ku bi alên KCK û PKK hatibû xemilandin ji mizgeftê girt û danî ser milan û bi meşê heta Goristana Şehîtlîk a Taxa Tekel ê ku nêzî 2 km dur e hate birin. Di meşê de girse dirûşmên wekî "Şehid Namirin", "Tolhildan", "PKK gel e gel li vir e", "Bijî Serok Apo" hate berz kirin û sirûda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin. Piştî meşê cenazeyê Kirtay hate veşartin. Dayika Kirtay Kûdret Kirtay li vir axivî û wiha got:" Yilmazê min şehîd e. Şehîdê gelê kurd, yê Serok Ocalan, yê Karayilan û yê şehîdan e. Ez berxwadana Yilmazê xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikim. Berxwedana wî berxwedana şêran û qehremanan e. "

Hevseroka BDP'a Amedê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku têkoşîn û berxwedana zarokên gelê kurd li hemberî polîtîkayên AKP'ê ne û wiha got: " Bila kes xwe nexapîne. Muxatabî vê pirsgirêkê Qendîl û Ocalan e. Gelê kurd bawerî bi AKP'ê û serokwezîrên wan nayne. Dê gelê kurd xwedî li zarokên xwe û pirsgirêkên xwe derkeve. " Bavê Kirtay Riza Kirtay anî ziman ku tu tiştê ku ew bêje tune ye û ji xwe gelê kurd çi hewce be li vir gotiye. Piştî axaftinan girse bi meşê ji goristanê veqetiya û çû heta mala şînê ya li taxa Tekelê. Hate zanîn ku dê 3 roj şîn bidome.

GERÎLA ÇIYA LI SÊRTÊ SPARTIN AXÊ

Cenazeyê gerîla Îbrahîm Daşçi yê (Çiya Koçer) jî anîn Sêrtê. Cenazeyê ku anîn Mizgefta Mele Omer a Taxa Çakmakê ji aliyê Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Şaredarê Misircê Necat Yilmaz, Alîkarê Şaredarê Dihê Orhan Yildirim, nûnerên BDP, TÛHADDER, MKM, ÎHD, MEYA-DER û bi hezaran kesan hate pêşwazîkirin.

Girse piştî ku wecîbeyên olî bi cih anîn cenaze hilgirtin ser milan û bi meşê birin Goristana Şeyh Mûsa. Girse di meşê de dirûşmên wekî "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "PKK gel e gel li vir e" berz kirin. Polîsan li ber goristanê girseyê da sekinanndin û hişyariya ku dirûşm berz nekin kir. Girse li hemberî hişyariyê bi çepik û tilîliyan bertek nîşan dan. Piştî deqîqeyek rêz girtinê cenazeyê Daşçi hate veşartin.

Hevserokê BDP'a Sêrtê Seracettîn Kayran diyar kir ku ciwanên kurd ji bo gelê kurd jiyanekî azad, demokratîk û wekhev bijî jiyanên xwe feda dikin û bibîr xist ku ji bo dayîk negirîn di her şert û mercan de banga aştiyê dikin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî destnîşan kir ew ne aliyê mirin û şer in û jiyanekî azad û wekhev diparêzin, lê dewlet û desthilatdarî li hemberî gelê kurd şer îlan kiriye. Tûglûk diyar kir ku Serokwezîr Erdogan ji kurdan re dibêje "Ez ê we tune bikim" û da zanîn ku dewlet jî li her bajaran kurdan qetil dike.

ÇÛN SERDANA KONÊ ŞÎNÊ

Girse piştî merasîmê çûn serdana konê şînê û sersaxî ji malbatê xwestin. Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak li vir axaftinek kin kir û diyar kir ku ji bo êdî dilê dayîkan neşewite, xwîn nerije û pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk were çareserkirin hewceye yekitiya kurdan were sazkirin. Birayê Daşçi Fetah Daşçi jî anî ziman ku birayê wî ji bo azadiya gelê kurd canê xwe feda kiriye û xwest daxwazên gelê kurd were qebûl kirin.

Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Halîme Kuze yê (Berîtan Zinar) ji aliyê jinan ji Mizgefta Bereket a Taxa Hilal a Êlihê bi tilîlî û dirûşmeyan hate girtin. Ligel germahiya dijwar Endama Lijneya Rêvebiriya KCD'ê Ayla Akat, Alîkara Serokê BDP'a Êlihê Ayşe Agilgat û rêvebirên BDP'ê, Alîkarê Şaredarê Êlihê Serhat Temel jî di nav de bi deh hezaran kes beşdari merasîma cenazeyê bûn. Girse cenazeyê girt û ber bi Goristana Îkîztepeyê meşiyan. Di meşê de wêneyên gerîlayan ku di heman çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hate hilgirtin u diruşmeyên wekî "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Qatîl Erdogan" û "Tolhildan" hate berzkirin.

EM Ê DI RIYA WAN DE BIMEŞIN

Cenazeyê Kuze li goristanê hate veşartin. Piştî veşartinê Parlementera BDP'a Êlihê û Endama Lijneya Rêvebiriya KCD'ê Ayla Akat diyar kir ku dê xwedî li bîranîna kesên di têkoşîna şoreşê de jiyana xwe ji dest dane derkevin û dê di riya wan de bimeşin. Akat, anî ziman ku çareserî tenê bi diyalogan bi axaftinan pêk tê û wiha got:" Ev çalakiya ku Halîme û hevalên wê pêk anîn ji çalakiyên dewlet wekî 'desthilatdariya dewletê qest dikin' bi nav dike û nikare bêje 'li vî welatê şer heye', ye. Dewlet bi înkara şer, bi înkarkirina nasname û çanda gelê kurd bûye sedema van êşan. Li gorî wan çareserî çiye ? Çek berdan e. Me li ser hemû gora şehîdên xwe ev tişt gotin; Çareserî ji holê rakirina sedemên ku çek hilanînê ye. Çareserî axaftine, guhdar kirine." Piştî axaftinan girse ji goristanê veqetiya û heta konê şînê ya li Taxa Hîlalê meşiyan.