Deh hezaran Komploya Navneteweyî protesto kirin
Bi deh hezaran welatiyê Qamişlo yên ku bi armaca protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li hev civiyan, bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” meşek û mîtîngek li dar xistin.
Bi deh hezaran welatiyê Qamişlo yên ku bi armaca protestokirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li hev civiyan, bi dirûşma “Bê Serok Jiyan Nabe” meşek û mîtîngek li dar xistin.
Bi armanca şermezarkirina Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê li dijî Rêberê Gel Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, bi deh hezaran ji pêkhateyên bajarê Qamişlo yên Kurd, Ereb û Suryan li Çerxerêya depoyên genim a Taxa Enteriyê li hev civiyan. Di nava girseya gel de kesên temen mezin, zarok, jin û ciwan ên ji hemû pêkhateyan li hev kom bibûn.
Her wiha Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hediye Yûsiv, Serokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdikerîm Saroxan û gelek hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Di meşê de pankarên weke ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re Statu’, ‘Bimre hêzên komploger’, ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’,’Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’ hatibûn vekirin.
Girseya gel alên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), alên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), alên YPG/YPJ’ê. Her wiha ciwanan jî paçên reş ên ku ‘Rêber Apo’ li ser hatiye nivîsandin, li serê xwe girêda bûn. Piraniya welatiyan ji ber wateya rojê cil û bergên reş li xwe kiribûn.
Meş ji aliyê hêzên Asayşa Rojava , Asayşa jinê û her wiha Hêzên Parastina civakî ve hat parastin.
Girseya gel ji Çerxerêya depoyên genim a Taxa Enteriyê dest bi meşê kir û berê xwe da Mala Gel a taxê. Di meşê de dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi hêrseke mezin dihatin qîrîn.
Piştî ku girseya gel gihişt mala gel, di destpêkê de ji bo bîranîn hemû têkoşeran deqeyek rêz hat girtin.
Piştre jî axaftin hatin kirin. Di destpêkê de Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv axivî. Hediye di axaftina xwe de silav da berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku di zindana Îmraliyê de didome.
Hediye destnîşan kir ku Ocalan bi tenê destpê kir û niha bi hezaran kes bi saya fikrê wî li ser rçya wî dimeşin û wiha got: ” Gelê ku bi saya fikir û felsefeya Ocalan ji nû ve zindî bû li pey doza xwe ne û li ser fikir û felsefeya rêberê xwe dimeşin. Hêzên ku dijminahiya vî gelî dikin jî bi ti awayî nekarîn li pêşiya wî bisekinin, ji ber ku gel xwe bi fikrê netewa demokratîk ê Ocalan xwe xurt kiribû.”
Hediye bal kişand ser sedema girtina Ocalan û pêkanîna komployê û wiha pê de çû: “Ji bo ku rê li pêşiya felesefeya netewa demokratîk û jiyana azad a ku Ocalan afirandiye bigirin ew dîl girtin.”
Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv, da xuyakirin ku gelê Kurd ê ku xwe ji felsefeya jiyana nû û netewa demokratîk a Ocalan xwe têr kiribû, komplo vala derxist û ev tişt anîn ziman: ” Ew difikirin ku bi dîlgirtina wî ew ê karibin rê li pêşiya berxwedaniya gelan bigirin û doza wan tine bike. Lê belê tersî vê yekê, bi mîlyonan kesên ku ji fikrê Ocalan xwe têr kiribûn rabûn ser piyan û dengê doza xwe gihandin tevahiya cîhanê. Gelê me tu carî ji daxwaza azadiya xwe gav paşve navêje.”
Hediye di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Tirkiye niha jî hewl dide ku komployê bi êrîşên xwe yên li ser herêmên Rojava bidomîne û ev nirxandin kir: ” Pêkhateyên Rojava û Bakûrê Sûriyê, bi saya fikrê netewa demokratîk ê ku Ocalan ê di zindanê de afirandiye berxwedanê dikin jiyan û sîstema xwe ava dikin. Bi vê yekê jî komplo vala tê derxistin.”
Hediye Yûsiv di dawiyê de got: ” Rêber Apo felsefeya jiyana nû afirand. Me jî di pratîkê de û bi pêşxistina sîstema Federaliya Demokratîk me ji her kesî re ev yek da xuyakirin.”
Piştre jî Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Hisên Ezzam axivî. Ezzam di destpêkê de weke kesekî ji pêkhateya Ereb kêfxweşiya xwe û serbilindiya xwe ya beşdarbûna vê meşê anî ziman û got: ” Ez bi tevlîbûna vê meşê serbilind im. Em vê komploya navnetewî ku li dijî Ocalan pêk hat şermezar dikin. Ew hêzên komplo pêk anîne difikrîn ku ew ê karibin roniya fikrê Ocalan tarî bikin, lê hat îsbatkirin ku tu kesî nikare roniya rojê veşêre û tarî bike.”
Ezzam diyar kir ku ew niha gihiştine baweriya ku ev komplo li dijî hemû pêkhateyan pêk hatiye: “Dema ku em nêzî tevgera azadiyê bûn û di encama jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan de, me nas kir ku komplo ne tenê li dijî Kurdan ew li dijî hemû pêkhateyan hatiye pêkanîn.”
Hisên Ezzam, bang li saziyên mafê mirovan û civaka navnetewî kir ji bo azadiya Ocalan bikevin tevgerê û zextê li Tirkiyê bikin.
Paştre jî Endama Rêveberiya Kongreya Star Henîfe Mihemed jî axivî. Henîfe got ku rast e Ocalan bi fîzîkî ne di nava gelê xwe de ye, lê belê ew bi fikrê xwe di nava wan de û ew niha Rêbertiya tevahiya mirovahiyê dike.
Di dawiyê de jî Henîfe got ku bi saya fikrê Ocalan jin niha gihiştiye astên herî jor û di serî li qadên şer ew di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digre.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.