DBP: Tecrîd bê rakirin wê rewşa Tirkiyeyê normal bibe

Di encamnameya civîna endamên Meclîsa Partiyê û Hevserokên Bajaran ên DBP'ê de hat destnîşankirin, ku rakirina tecrîda li ser Ocalan wê rewşa aloz a li welêt biqedîne.

Beriya Kongreya 4. a Asayî ya DBP'ê, endamên Meclîsa Partiyê û Hevserokên Bajaran li hev civiyan.

Di encamnameya civînê de hat ragihandin, di pêvajoya heyî de têkoşîna demokrasî û statuyê ya gelê Kurd nabe ku bê taloqkirin û hat destnîşankirin, ku 8'ê Adarê, Newroz û 16'ê nîsanê polîtîkayên Erdogan têk birine.

'LI BAŞÛR PDK, LI ROJAVA DAIŞ, LI TIRKIYEYÊ JÎ MHP...'

Di encamnameyê de hat diyarkirin, ku AKP li çar parçeyan êrîşî destketiyên Kurdan dike û hat gotin, "AKP ji bo pêşî li destketiyên gelê Kurd bigire, hemû tifaqên xwe yên qirêj, li Başûr bi destê PDK'ê, li Rojava bi destê DAIŞ'ê û li Tirkiyeyê jî bi destê MHP'ê dimeşîne."

Di dewama encamnameyê de hat gotin, "Yekane hêz û projeya ku dikare vê rewşa kaosê û xitimandî ya li Rojhilata Navîn ji holê rake, di destê gelê Kurd û Rêber Birêz Ocalan de ye" û hat ragihandin, parastina rewşa pir zimanî, pir mezhebî, pir çandî ya li Rojhilata Navîn bi perspektîfa neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dibe.

'DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'

Encamnameya civînê wiha dewam kir: "Em dibêjin, Tirkiye ya ku demokratîk nabe, lazim e xwe ji feraseta rêveberiya navedîparêz a qels û giran rizgar bike. Afirandina sîstema rêveberiya ku cihêrengiyên civakî lê bên îfadekirin û mûxalefeta gel a xurt û demokratîk, berpirsyariya me ye. DBP'ê her wiha bi formula komara demokratîk û Kurdistana xweser, hewl daye pirsgirêka gelên Kurdistanê yên ji avabûna komarê ve hatine înkarkirin, bi rêya siyaseta demokratîk çareser bike û bi vî rengî têkoşiya ye. Mixabin, ji ber ku AKP'ê rêya siyaseta demokratîk girtiye, hem pêşî li rola me girtiye hem jî rê li ber pêvajoyeke şer û aloz vekiriye. Di destpêkirina vê pêvajoya aloz û şer de tecrîda li ser Birêz Ocalan a hatiye şidandin, pareke xwe ya mezin heye. Eger siyaseta Tirkiyeyê ji ber tecrîda li ser Birêz Ocalan di nava rewşeke xitimandî û aloz de ye, hingî bi rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan re dikare pêşî li normalbûna Tirkiyeyê û siyaseta demokratîk were vekirin.

Weke partî em bang li hikumetê dikin ku tavilê dest ji polîtîkaya tecrîd, red û înkarê berde. Bi kongreya xwe ya 4. a asayî re, em ê di çarçoveya rol û mîsyona xwe de di dema pêş de hewl bidin pirsgirêkên civakî çareser bikin. "