DBP: Rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk hê cidî ye!

DBP'ê da xuyakirin, rewşa tenduristiyê ya Ahmet Turk hê cidî ye û got, "Daxuyaniyên ji aliyê rayedaran ve tên dayîn, tirs û fikarênme zêde dikin."

Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li ser rewşa tenduristiyê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk daxuyaniyeke nivîskî weşand, ku Turk 46 roj in girtî ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "73 hevşaredarên me bi rengekî neheq û nehiqûqî hatin girtin, ji bajarên lê bûn hatin revandin û li girtîgehên bajarên cuda hatin bicihkirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, li gorî daneyên ÎHD'ê 323 girtiyên ji ber şert û mercên giran û neyînî yên girtîgehê nexweş ketin an jî nexweş bûn lê nehatin berdan, divê derhal bên dermankirin. Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku li gorî daneyên ÎHD'ê 905 girtiyên bi nexweşiyên giran li girtîgehan e û hat gotin, " Rewşa tenduristiyê ya Hevşaredarê me yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Birêz Ahmet Turk hê cidî ye. Daxuyaniyên ji aliyê rayedaran ve tên dayîn, tirs û fikarênme zêde dikin.

Birêz Ahmet Turk bi rengekî dij bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat girtin, hê li girtîgehê ye û li gorî hiqûq û qanûnan divê derhal were berdan. Tevî ku tê zanîn rewşa tenduristiyê ya Hevşaredarê me Turk hê cidî ye, bernedana wî derbê li wijdanê civakî dixe. Lewma em bi ti awayî qebûl nakin ku mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn ê însanî ye, di nava şert û mercên neyînî de bê binpêkirin.

Bernedana girtiyên nexweş cezayekî îdamê ye ku di nava demê de bi pêkanînên li dijî rûmeta mirovan û îşkenceyê bi cih tê anîn." Di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin, berdana girtiyên bi nexweşiyên giran, wê wijdanê civakê rehet bike.