DBP: Ne dema gilî û gazinan e, dema serîhildanê ye

Alîkarê Hevserokên DBP'yê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Berat Bîrtek got, dem ne dema gilî û gazinan e, dema dema serîhildanê ye.

Li avahiya DBP'ê ya Bajarê Wanê, civîna Rêveberiyên Herêmî hate lidarxistin û Alîkarê Hevserokan ê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Berat Bîrtek, endamên Meclîsa Partiyê Şehzade Kûrt û Eşref Mametoglû, Cîgirê Hevserokên DBP'ê yê Wanê Çetîn Ergîn, Hevşaredara Rêya Armûşê Bêrîtan Tayan ku qeyûm li şûna wê rûniştiye, endamên Meclîsa Şaredariyê yên DBP'yî, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA'yê û şêniyên herêmê tevlî bûn.

Bîrtek piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û bal kişand ser êrîşên giran ên di vê demê de li gel tê kirin. Bîrtek diyar kir ku li gel vê mexdûriyeta mezin jî ew ê gilî û gazinan nekin û got, "Di dema pêş de wê pêşketinên girîng pêk werin. (...) Bi bûyerên heyî re li Tirkiyeyê kaosekê rû daye. Ev kaos wê çawa biqede? Divê em li ser vê biaxivin. Li Rojava û Sûriyeyê hêz dixwazin xwe nêzî Kurdan bikin. Ji ber ku destketiyên Kurdan êdî gelek in."

'EM Ê LI HER CIHÎ LI BER XWE BIDIN'

Bîrtek êrîşên dewleta AKP'ê yên li dijî gelê Kurd, bi taybetî jinan bi bîr xist û got, "Êrîş ji ku tên bila bên, em ê li her cihî li ber xwe bidin. Eger êrîş li dijî jinê hate kirin; em ê li wir li ber xwe bidin, li ciwanan hate kirin; em ê li wir li ber xwe bidin. Dem dema serîhildanê ye, dema rabûna ser piyan e. Tevî polîtîkayên zilm û qirkirinê jî em ê bi serbilindî li ser piyan bin."

Di dawiya axaftina Bîrtek de civînê li çapemeniyê girtî dewam kir.