DBP’ê ji bo kampanyaya Heyva Sor bang kir

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ji bo kampanyaya Heyva Sor a ku ji bo erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê daye destpêkirin, banga hevgirtinê kir.

Di erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de 430 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji 7 hezar û 300 kesî zêdetir jî mirov birîndar bûn. Ji bo alîkarî û hevgirtina erdhejzedeyan li her çar parçeyên Kurdistanê kampanya hatine destpêkirin. Heyva Sor a Kurdistanê jî kampanyayeke mezin da destpêkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ji bo kampanyaya Heyva Sor a ku ji bo erdheja li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê daye destpêkirin, banga hevgirtinê kir.

Arslan bang li hemû gelê Kurdistanê kir û got, “Di vê erdheja 12’ê Mijdarê de gelek mirovên me jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran mirovên me jî birîndar bûne.

Ji bo pêçandina birînên erdhejê divê hemû gelên Kurdistanê alîkariyê bidin kampanyaya alîkariyê ya ku Heyva Sor a Kurdistanê daye destpêkirin. Roj roja yekîtî û roja pêçandina birînan e.”

Di heman demê de bi saeta Kurdistanê di saet 21.00’an de Medya Haber û Stêrk Tv ji bo kampanyaya alîkariyê wê weşaneke hevpar bike.