DBP'ê êrîşa polîsan û binçavkirinên li Wanê şermezar kir

Serdegirtina polîsan a li avahiya DBP'ê ya Wanê û binçavkirina 9 kesan bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate şermezarkirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtibûn ser avahiya DBP'ê ya Wanê, hin kargeh û malan û 9 siyasetmedarên Kurd binçav kiribûn. Bi armanca şermezarkirina vê êrîşê li avahiya DBP'ê ya Bajêr daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayîn. Alîkarê Hevserokên DBP'ê yên Wanê Çetîn Ergîn, Alîkarê Hevserokê HDP'ê Yûnûs Parîm, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên KJA'yê, Hevşaredara berê ya Artemêtanê Rojbîn Çetîn û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn.

Rêveberê DBP'ê yê Wanê Metîn Denîz li vir axivî û diyar kir, polîsan di dema serdegirtinê de li xebatkarên wan ên partiyê xistine û deriyê malan şikandine.

Denîz bibîr xist, Hevserokê wan ê bajêr Ahmet Aygun jî di nav de 9 siyasetmedar hatine binçavkirin û êrîş bi tundî şermezar kir û xwest, hevalên wan tavlê bên berdan.

Denîz bang li hikumeta AKP'ê kir ku dest ji van polîtîkayên xwe berde û got, "Em ê tevî gelê xwe têkoşîna xwe bidomînin. Zext nikarin bi me."