Dayikên li Wêranşarê faks ji Wezareta Edaletê re şandin

Dayikên li Wêranşarê xwedî li zarokên xwe derketin yên ku di greva birçîbûnê de ne û xwestin bila tecrîd were rakirin. Dayikan faks ji Wezareta Edaletê re şandin.

Li Wêranşara Rihayê dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, bi sloganan meşiyan postexaneya navçeyê û faks ji Wezareta Edaletê re şandin. Dayikan xwestin bila tecrîd were rakirin.

Dayik li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin ba hev û tevî parlementera HDP’ê Ayşe Surucu bi slogana ‘Bijî berxwedana zindanan’ meşiyan postexaneya navçeyê. Şêniyan jî piştgirî dan dayikan. Dayikan li pêşiya postexaneya navçeyê daxuyanî dan.

Zeynep Kizilboga diyar kir ya ku dayika Ercan Kizilboga ye yê ku di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Ordûyê dest bi greva birçîbûnê kiriye, ew nikarin tiştekî bixwin.

Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu jî diyar kir ku bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne, lê hikumet naxwaze çalakiyên greva birçîbûnê bibîne. Surucu got ku “Em ê daxwazên xwe bi faksê ji Wezareta Edaletê re bişînin. Tecrîd sûcekî mirovayetiyê ye. Bi tecrîdê re li Tirkiyeyê aloziyek hate çêkirin. Ji bo rizgarbûna ji vê aloziyê divê tecrîd were rakirin.”

Dayikan piştî ku faks şandin bi sloganan meşiyan heta avahiya HDP’ê.