Dayikên li Amedê: Heta ku tecrîd hebe, jiyan li me heram e

Dayikên li Amedê nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin, "Em dikarin dev ji zarokên xwe berdin, lê belê em ê ti carî dev ji Rêberê xwe bernedin."

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Ocalan, ku 7 sal in nikare parêzerên xwe bibîne, ev demeke dirêj e malbata xwe jî nabîne. Heyeta Îmraliyê jî herî dawî di 5'ê Nîsana 2015'an de bi Ocalan re rûniştibû.

Nerazîbûna gelê Kurd a li dijî vê tecrîda giran, roj bi roj mezin dibe. Jinên li Amedê dijîn gotin, ew êdî nema dikarin xwe li tecrîdê rabigirin û banga berxwedana topyekûn kirin.

'EM Ê NEBIN KOLEYÊ DEWLETA TIRK, EM Ê BERXWEDANA XWE BIDOMÎNIN'

HEDLA BARAN: Em dibêjin 'aştî û biratî', lê ew bi şer û zextê bersivê didin me. Bi salan e rêberê me di nava tecrîdê de tê girtin. Rêberê me em hînî têkoşînê û xwedîdeketina li nasnameya xwe kir. Em ê jî heta dawiyê li ser şopa wî bin. Dixwazim silavên xwe ji Rêbertî re bişînim. Dema van gotinan tînim ziman gelekî zehmetiyan dikişînim, dilê min dêşe. Tecrîd êdî ji bo me gelekî giran e, em nikarin xwe li vê rewşê rabigirin. Em ê êdî koledariyê qebûl nekin, em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe dilsozê rêberê xwe bin. Em ê şopdarên wî bin. Em ê dev ji nasnameya xwe bernedin. Em amade ne ji her tiştî re, ji mirinê û ji berxwedanê re. Em ê ti carî nebin koleyê dewleta Tirk û van kiryaran qebûl nekin.

'HETA KU TECRÎD LI SER RÊBERÊ ME HEBE, WATEYA JIYANÊ JI BO ME NÎNE'

PERÎHAN KARAYEL: Heta ku tecrîd li ser Rêberê me hebe, ti wateya jiyanê ji bo me nîne. Em nikarin agahiyê ji Rêbertî bigirin. Em nema dikarin xwe li tecrîdê rabigirin, êdî sebra me nema ye. Divê dewleta Tirk tecrîda li ser rêberê me rake. Ez bang li gelê Kurd dikim: divê em vê tecrîdê bidin rakirin, eger ev nebe wê bê wateya qebûlkirina koledariyê. Pêwîste em bi awayekî topyekûn rabin ser piyan û dawî li vê tecrîda giran bînin.

'EGER PÊWÎSTÎ PÊ HEBE, DIVÊ EM HER ROJ LI KOLANAN BIN'

GULÎSTAN EREK: Ez tecrîda li ser Rêbertî şermezar dikim. Bi salan e em agahiyeke têrker ji Rêberê xwe nikarin bigirin. Ji tevahiya cîhanê re dibêjim, ku vê zilma li rêberê me li gelê me tê kirin, bibîne û bêdeng nemîne. Heta ku tecrîd hebe jiyan li me heram e. Tecrîdê bandor li jiyana me ya rojane kir. Divê gelê Kurd, malbat, siyasetmedar li dijî tecrîdê teqez dest bi çalakiyan bikin. Eger pêwîstî pê hebe, em ê her roj li kolanan bin. Nepêkan e ku em tecrîdê qebûl bikin.

'EM Ê HETA DAWIYÊ DILSOZÊ RÊBERÊ XWE BIN'

HANIM ATLI: Ez ji Erdogan re dibêjim: Em dayik in, rondikê çavên dayikan weke hev e. Ev komkujî, ev zilm wê heta kengî hebe? Hûn ê heta kengî me bikujin, xwîna me birijînin?

Bajarên me dişewitînin, xera dikin. Her tiştên me talan dikin. Bi salan e Rêberê me di nava tecrîdê de ye. Em naxwazin Rêberê me di nava tecrîdê de be, em dixwazin ew li gel me be. Destûr nayê dayîn ku malbat û parêzer Rêberê me bibînin. Em dixwazin dawî li vê rewşê were anîn. Rêberê me ji bo me ji her tiştî girîngtir e. Em dikarin dev ji her tiştên xwe berdin, dev ji zarokên xwe berdin, lê em ê ti carî dev ji Rêberê xwe bernedin. Bila bi vê zanibin; em heta dawiyê bi Rêberê xwe re ne. Dibe ku ew hesab dikin ku me bitirsînin, lê xwe dixapînin. Em ê her tim bi Rêberê xwe re bin.