Dayikên laçik spî li ber avahiya AKP'ê dest bi çalakiyê kirin

Dayikên laçik spî li ber avahiya AKP'ê ya li Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Dayikên laçik spî yên li Amedê li ber avahiya AKP'ê ya Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Dayikên ku pankarta bi nivîsa "Dayik aştiyê dixwazin" hildan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin.

Niha destûr nayê dayin ku kes bikeve nava avahiya AKP'ê û jê derkeve.

Polîsên Tirk her wiha nehiştin ku rojnamevanên xwestin çalakiya rûniştinê ya dayikan bişopînin xwe nêzî ber avahiya AKP'ê ya bajêr bikin.